06:20 24 Hezîran 2018
Ayhan Bîlgen

Ji HDPê daxuyaniya Amedê: Divê siyaset berpirsyariyê wergire

© Foto : AA/ Mehmet Ali Özcan
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen derbarê teqîna Çinarê de axivî û got, ji bo ku ev rewşa şidet û pevçûnan li herêmên din jî belav nebe, divê siyaset berpirsyariyê wergire.

Enqere - Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen derbarê teqîna Çinarê de axivî û got, ji bo ku ev rewşa şidet û pevçûnan li herêmên din jî belav nebe, divê siyaset berpirsyariyê wergire.

Ayhan Bîlgen di civîna çapemenî ya meclîsê de ragihand ku derheqê akademîsyenan de kampanyeya lînçê hat dest pêkirin. Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi gotinên xwe akademîsyenan dike hedef.

Em kuştina sivîlan rast nabînin

Bîlgen di axaftina xwe de got, hinek kes ji bo van şer û pevçûnan bi daxuyaniyên xwe partiya me dikin hedef. Helwesta me li hemberî şer û pevçûnan diyar û zelal e. Bi tu awayî em kuştina sivîlan rast nabînin û ji bo ku ev rewşa şer, alozî û pevçûnan raweste em di nava hewldanan de ne.

Serkeftiyê şeran tuneye

Ayhan Bîlgen di berdewamiya axaftina xwe de got, em naxwazin di pevçûnan de jin, zarok û xelkê sivîl werin kuştin. Heta niha tu kes di şeran de bi ser neketiye û tu kesî heta niha ji aştiyê winda nekiriye. Heke mirov ji bo çareseriya pirsgirêkan hinekî berpisyariyê wergire tu mijareke ku bi aştiyê neyê çareserkirin tuneye. Ji bo rawestandina vê xwînê divê em ked û xebatên xwe zêde bikin.

Bi heman mijarî:

HDP: Cizîr, Sîlopya, Nisêbîn, Sûr, Kerboran, bûne navenden kuştinan.. 126...
HDP daxwaza hevdîtinê ya Davutoglu qebûl kir
Derbarê Hevserokên HDP, DBP, KCD û HDKê de lêpirsîn hat vekirin
Li Amedê civîna DTK, HDP û DBPê dest pêkir
HDP li Amedê civiya: ‘Li dijî gelê kurd şerekî taybet hate îlankirin'
Etîketan:
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Recep Tayyip Erdogan, Ayhan Bîlgen, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de