20:26 16 Tebax 2017
Zindî
    YJA STAR

    PKK: ‘12 gerîla bi komplo û xiyanetê hatin înfazkirin, hesap wê were pirsîn'

    © Foto: Bestanuçe
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 207511

    Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) derbarê înfazkirina 12 kesên li navçeya Wan Artemêtanê de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

    Navenda Nûçeyan — Fermandariya Biryargehê diyar kir, ku di encama lêkolînên hatine kirin de hat tespîtkirin ku 12 kesên hatine înfazkirin şervanên wan e.

    Li gorî nûçeya ANHAyê daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku li malê şerekî cidî neqewimiye û hêzên wan bi rêbaza komplo û xiyanetê hatine înfazkirin.

    NPGê di daxuyaniyê de got: ‘Eşkere ye ku li vê malê şerekî cidî neqewimiye. Nepêkane ku hêzên dewleta Tirk cihekî 12 gerîlayên HPGê yên çekdar, bi tecrûbe û profesyonel lê ne di nava nîv saetê de yan jî çend saetan de bêbandor bikin. Herî kêm wê 2-3 rojan şer biqewimiya. Ji ber ku derfet û malzemeyên di vî warî de hene. Ji ber ku kom di demeke kurt de bêbandor bû, xuya ye di vir de rêbaza komployê heye. Ya bi awayekî jehr di nava xwarinê de hatiye bicihkirin û bi vî rengî bêbandor mane; yan jî gazeke ji hiş xistinê hatiye bikaranîn bi vî rengî hevalên me nekarîne tevbigerin û şer bikin. Ji xwe li gorî agahiyên di çapemeniyê de hatin weşandin, herî kêm 6 hevalên me bi guleya li serî ketî şehîd ketin. Ev yek jî delîleke xurt a vê tespîtê ye. Dibe ku 2-3 hevalên me yên jehrê kêm bandor li wan kiribin, bi awayekî ku hinekî li ser hişê xwe bûn derketine derve û şer kiribin. Lê belê aşkere ye ku temamiya komê bi rêbaza komplo û xiyanetê hatiye bêbandorkirin. Lêkolîna me ya li ser bûyerê dewam dike û dema encamên cudatir hatin tespîtkirin, ew ê bi raya giştî û gelê me yê hêja re bê parvekirin.'

    NPGê wiha got: ‘Divê were zanîn ku hêzên dewleta tirk ên bi namerdî û komployan xwe mêrsaxiyê dikin, ev yek wê ji wan re nemîne. Hêzên dewleta tirk ên di herikîna dîrokê de timî li dijî gelê me bi durûtî, komplo, dek û dolaban re rêbazên qirêj bi kar anîn, li navenda Wanê yek ji van rêbazên xwe yên namerdî bi kar anî. Yên ku ev înfaz û komplo bi tirsonekî pêk anîn, divê zanibin ku hesabê vê wê were pirsîn û bi van rêbazan re jî nikarin encamekê bi dest bixin.'

    Bi heman mijarî:

    KCK: ‘Kêr êdî gihiştiye hestî, divê her kes rabe ser piya'
    KCK: ‘Heta ku Kurdistan azad nebe, komkujî dawî nabe'
    KCK: 'Berpirsên van polîtîkayên qetlîamê wê nêz an dereng bên cezakirin'
    KCK: ‘Ji ber îflasa polîtîkaya li Sûriyeyê Erdogan mase qeliband'
    Etîketan:
    Navenda Biryargeha Parastina Gel (NPG), PKK, Elbak, Wan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de