03:48 21 Tebax 2017
Zindî
    Sedat Peker

    Parêzerên KHAyê, Sedat Peker şikayetî dadgehê kirin

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 910

    Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (KHA), ji bo Sedat Peker ku akademisyen tehdîd kiribûn daxwaza doz vekirine kirin.

    Stenbol — Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (KHA) derheqê Sedat Peker ku akademisyen tehdîd kiribûn û gotibû, ‘ em ê şerik şerik xwîna wan biherikînin û di wê xwînê de em ê serê xwe bişon, daxwaza doz vekirinê kirin.

    Parêzerên KHAyê, ji bo gotinên Sedat Peker ku ji akademîsyenan re gotibû, ‘qaşo rewşenbîr in çan pêşî ji bo we dê lêbide. Em ê şerik şerik xwîna we birjînin û sere xwe di wê xwînê de bişon'. Parêzeran ji bo van gotinên Peker ku tehdîd, heqaret, îftîra, texrîqkirina gel li dijî hev û sazkirina tirs û gengeşiyê li dadgehê daxwaza doz vekirinê kir.

    Parêzeran di berdewamiya daxuyaniya xwe de gotin, ev tehdîdên Sedat Peker, li gorî nirx û pîvanên Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê jî ev banga şidetê ye û sûc e.

    Bi heman mijarî:

    Medyayê hedef girt, Serokomar heqaret kir û Sedat Peker jî tehdîd kir
    Akademîsyen Samvel Koçoî: `Serxwebûn mafê kurdan e`
    Tirkiye, kurdên Sûriyeyê dixe abluqayê
    Baroya Dîlokê: ‘Mamoste Ayşe ne bi tenê ye, em jî hevparê sûcê wê ne’
    Li Cizîrê malbatek hat înfazkirin!
    Etîketan:
    Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (KHA), Sedat Peker, Stenbool, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de