07:34 21 Tebax 2017
Zindî
    Parêzerên Baroya Dîlokê

    Baroya Dîlokê: ‘Mamoste Ayşe ne bi tenê ye, em jî hevparê sûcê wê ne’

    © Foto: Azadiya Welat
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Li gorî nûçeya rojnameya kurdî Azadiya Welat, 11 parêzerên bi ser Navenda Mafên Mirovan a Baroya Dîlokê bertek nîşanî lêpirsîna derbarê mamoste Ayşe Çelik dan û xwe şikayetî dozgeriyê kirin.

    Dîlok —  Mamoste Ayşe Çelik a ku di bernemeya Beyazit Ozturk de gotibû “bila zarok nemirin” rastî lêpirsîna dozgeriyê û wekî lînça medyayî hat. Komek parêzerên Baroya Dîlokê li ber Dadgeha Dîlokê kom bûn, gotinên mamoste Ayşe yên ku di bernameya zindî de gotibûn, xwendin û daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê parêzerên çalakvan, Rêveberê Baroya Dîlokê Bulent Duran daxuyanî xwend.

    Bêdengî sûc e
    Duran di nava axaftina xwe de bal kişand ser ‘bêtehemuliya li hemberî refleksa suriştî’ û got: 'Êdî ji gotina “mirov dimirin” re jî tehemul nemaye û em di nav jiyaneke wiha de dijîn. Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi jî gotibû “ez naxwazim li bajarê ku ez lê dijîm mirin çêbibe” û hat qetilkirin. Heta îro ji bo kujer bên dîtin tu nîşane, delîl û pêşveçûnek çênebûye. Cihê ku mirov lê dimirin bêdengî sûc e.’

    Giliyê xwe kirin

    Duran di berdawamiya axaftina xwe de eşkere kir ku gotinên mamoste Ayşeyê tu sûcekî îfade nakin û wiha dawî li axaftina xwe anî: ‘Ev lêpirsîna ku hatiye vekirin îxlalkirina îfadekirinê ya azadiya fikr û ramanê ye. Li hemberî Ayşe Çelik kampanyaya lîncê hatiye destpêkirin. Ger li hemberî mirinan derxistina deng sûc be, em jî vî sûcî dikin û xwe şikayet dikin.’

    Bi heman mijarî:

    KCK: 'Teqîn ji aliyê MÎTê û Erdogan ve bi destê DAIŞê hatiye kirin!'
    Li Cizîrê malbatek hat înfazkirin!
    Zaxarova: Tirkiye lîstikên pîs dilîze
    HDK-Î: 'Dem hatiye ku Barzanî serxwebûnê ragihîne'
    Serokê AKPê yê navçeyê îstîfa kir
    Îsraîlê, Wezîra Swêdê wekî ‘kesê nexwestî' îlan kir
    Etîketan:
    bêdengî sûc e, kampanyaya lîncê, bêtehemuliya li hemberî refleksa suriştî, Bulent Duran, Beyazit Ozturk, Ayşe Çelik, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de