04:56 20 Tebax 2017
Zindî
    KCK

    KCK: 'Teqîn ji aliyê MÎTê û Erdogan ve bi destê DAIŞê hatiye kirin!'

    © Foto: Sosyalist Forum
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 108211

    Hevserokê KCKê Cemîl Bayîk îddia kir ku teqîna li Meydana Siltanahmeda Stenolê ji aliyê MÎT û Erdogan ve bi destê DAIŞê hatiye kirin!

    Navenda Nûçeyan — Hevserokê KCKê Cemil Bayik nîvisa xweya vê heftê li ser teqîna Meydana Siltanahmeda Stenbolê nivîsî. Bayik di nivîsa xwe ya li ser rojnameyên Ozgur Politika û Azadiya Welat de îddia kir û got: 'Teqîna Meydana Siltanahmeda Stenbolê ji aliyê "Gladyoya Koşkê" (qesta wî Erdogan e) ve hatiye plankirin û ji aliyê baskên MÎTê yên di nav DAIŞê de jî hatiye encamdan.'

    Cemil Bayik nivîsa xwe wiha domand: 'Gladyoya Koşkê ji bo rûçikê hikûmeta AKPê spî bike û ji bo ku Ewropa û Amerîka pê re hevkariyê bikin, planeke bi vî awayî xistiye dewrê. Bi saya vê komkujiyê, him dixwaze îmaja xwe sererast bike him jî dixwaze di xitimîna xwe ya di şerê li hemberî Tevgera Azadiya Kurd de piştgiriya wan welatan werbigire.'

    Bayik her wiha aniye ziman ku Serokê MÎTê Hakan Fîdan beriya niha jî gotibû "Ez dikarim ji aliyê Sûriyayê de çend mûşekan biavêjim Tirkiyayê û hinceta dagirkirina Sûriyayê çêbikim!" Ev jî nîşan dide ku çiqas bandora MÎTê li ser DAIŞê heye.'

    Di teqîna Stenbolê de, herî kêm 10 kes hatibûn kuştin û 15 kes jî birîndar bibûn. Piraniya kuştî û birîndaran tûrîstên almanî bûn.
    Serokomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan eşkere kiribû ku teqîna Stenbolê êrişeke xwekujiyê ye û ji aliyê kesekî sûriyayî ve hatiye pêk anîn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    KCK: ‘Heta ku Kurdistan azad nebe, komkujî dawî nabe'
    KCK: 'Berpirsên van polîtîkayên qetlîamê wê nêz an dereng bên cezakirin'
    KCK: ‘Ji ber îflasa polîtîkaya li Sûriyeyê Erdogan mase qeliband'
    KCK: ‘Dewleta tirk dixwaze kurdan ji holê rake'
    KCK: ‘Divê hêzên leşkerî yên tirk ji Başûrê Kurdistanê bên derxistin'
    Etîketan:
    MİT, Erdogan, Tirkiye, KCK, Cemil Bayik, Rojhilata Navin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de