03:56 21 Tebax 2017
Zindî
    leşker - tang - top - operasyon - êriş - şer - polês

    Li Cizîrê malbatek hat înfazkirin!

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 855 0 0

    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku rewşa awarte berdewam dike, welatiyên bi navê Mahmut û Selamet Şahîn 4 roj in agahî ji wan nayê girtin bi awayekî înfazkirî hatin dîtin.

    Cizîr - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hêzên dewletê êrişên xwe berdewam dikin.

    Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ragihand ku li kolana Yayla ya taxa Cûdiyê cîranên Mahmut û Selamet Şahîn ên ku ev 4 roj in ji wan agahî nayê girtin çûn mala wan. Li malê herdu kes bi awayekî înfazkirî hatin dîtîn. Cenazeyên wan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

    Cenaze nikarin bên wergirtin

    Li taxa Nûrê jî cenazeyê welatiyê bi navê Abdulmenaf Yilmaz ê ji aliyê hêzên dewletê de di encama gulebaranê de hatibû qetilkirin ji ber ku gulebarana li dijî taxê berdewam dike nikare wergirtin.
    Kaxiza 'tiştek bi mala me nehatiye' didin îmzekirin

    Li taxa Nûrê li kolanên di bin kontrola hêzên dewletê de ne lêgerîn berdewam dike, hate hinbûn ku hêzên dewletê mal xirakirine û ketine hundir. Welatiyên taxê diyar kirin ku kaxizekî ‘zirar nedane mala me' bi wan didin îmzekirin. 

    Bi heman mijarî:

    Li Cizîrê 2 ciwanên din hatin kuştin
    Li Cizîrê êrişa dewletê: 2 welatî hatin kuştin
    Polêsan li Cizîrê du bira bi hev re kuştin
    Li Cizîrê zarokekî 12 salî hate qetlkirin
    Li navçeya Cizîrê sivîlek hat kuştin
    Etîketan:
    Selamet Şahİn, Mahmut Şahİn, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de