00:56 19 Tebax 2017
Zindî
    Mihemed Nezîf Qadirî

    HDK-Î: 'Dem hatiye ku Barzanî serxwebûnê ragihîne'

    © Foto: Agirî Media
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2510

    Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (HDK-Î) ji malpera KDP.info re ragihand ji bo bidestxistina mafên gelê kurd roleke girîng a Serok Barzanî heye û niha dem hatiye ku serxwebûnê ragihîne.

    Hewlêr — Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (HDK-Î) Mihemed Nezîf Qadirî diyar kir ku hewldanên Serokatiya Herêma Kurdistanê berpirsane ne û hertim  nakokiyên xwe yên ligel dewleta navendî ya Iraqê bi riya diyalogê çareser kirine.’

    Qadirî wiha got: 'Bi baweriya me, ji aliyê siyasî ve hewldanên Herêma Kurdistanê hekîmane bûne û eger di çarçoveya wan hewldanan de nakokiyên Kurdistanê yên ligel Bexdayê çareser nebin û nêteke baş li cem Bexdayê nebe wê demê tiştekî suriştî ye ku kurd êdî mafê xwe yê serxwebûnê bi kar bînin, di vê çarçoveyê de dewleta kurdî ragihînin.’

    Qadirî bal kişande ser raya giştî ya cîhanî û got: ‘Serxwebûn mafê gelê Kurdistanê ye û dive hemû cîhan û dengên azad pişta wê bigirin. Niha erkeke siyasî û dîrokî ketiye ser milê hêzên cîhanî û dengên azad. Divê civaka navneteweyî dilê xelkê Kurdistanê xweş bike.’

    Derbarê rola Serok Barzanî de jî Qadirî wiha got: 'Serokê Herêma Kurdistanê roleke baş li navçeyê dîtiye û cihê rêz û destxweşiyê ye. Hewldanên wî ji bo hemû kurdan pîroz in û pêwist e hêzên kurd ên Kurdistanê bi awayekî hekîmane bibin yekgotar û yekalî. Çavê hemûyan li serok e û bêguman Barzanî dikare hêvî û omitê bixe dilê şikestî yê gelê kurd.’

    Bi heman mijarî:

    Serokê AKPê yê navçeyê îstîfa kir
    Îsraîlê, Wezîra Swêdê wekî ‘kesê nexwestî' îlan kir
    Îranê dîmenê 10 leşkerên Amerîkayê ku binçav kiri bûn weşand
    DiCaprio, hê jî ji bandora bêdengiya rûsan derneketiye
    Tony Blair: ‘Silav li Pêşmerge ku bûye hêzeke efsane’
    Fransa, li çeperên DAIŞê yên li Mûsilê xist
    Serokê AKPê îstîfa kir
    400 karkerên wê xana navdar bê kar man...
    Etîketan:
    hêvî û omit, dilê şikestî yê gelê kurd, yekgotar û yekalî, bi awayekî hekîmane, cihê rêz û destxweşiyê, civaka navneteweyî, hêzên cîhanî û dengên azad, erka siyasî û dîrokî, raya giştî ya cîhanî, mafê serxwebûnê, nakokiyên Kurdistanê yên ligel Bexdayê, bi riya diyalogê, dewleta navendî ya Iraqê, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Buroya Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (HDK-Î), Mesûd Barzanî, Mihemed Nezîf Qadirî, Kurdistana Îranê, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de