02:08 24 Tebax 2017
Zindî
    Balafir

    Fransa, li çeperên DAIŞê yên li Mûsilê xist

    © Sputnik/ Maxim Shemetov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 32 0 0

    Wezîrê Parastinê yê Fransayê Jean-Yves Le Drian diyar kir ku balafirên şer yên Fransayê ji duşemê ve çeperên DAIŞê yên Mûsilê bombebaran dikin.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Parastinê yê Fransayê Jean-Yves Le Drian derkete weşana zindî ya televîzyona BFMê û got, balafirên şer yên Fransayê ji duşemê 7 êriş birinser çeperên DAIŞê yên Mûsilê û di êrişan de baregeheke navendî ya propaxandayê hat rûxandin.

    Hefteya bê li Parîsê civîn tê çêkirin

    Le Drian di berdewamiya axaftina xwe de got, rêxistina terorîst ya DAIŞê li Iraqê roj bi roj kêm dibe. Hefteya pêşiya me bi hêzên koalîsyonê re ji bo tekoşîna li dijî DAIŞê li Parîsê civînek dê were çêkirin. Em hê jî helwesta xwe a Sûriyeyê ya derbarê Serokê Sûriyeyê Beşar Esad de diparêzin, em pêvajoyeke Esad nemine dixwazin.

    Balafirên şer ên Hêza Hewayî ya Fransayê hem li Iraqê û hem jî li Sûriyeyê hedefên rêxistina terorîst a DAIŞê bombebaran dikin.

    Bi heman mijarî:

    Fransa: ‘Serkeftina bejahiyê di destê YPG û Pêşmerge de ye’
    Fransa: ‘Kurdistan dewleta nû ya Rojhilata Navîn e'
    Fransa: ‘TIRên bi barê petrolê yên DAIŞê diçin Tirkiyeyê'
    Fransa: Divê li dijî Mûsil û Reqqayê operasyon were lidarxistin
    Fransa: Hêviya me kurd in
    Etîketan:
    Wezareta Parastinê ya Fransayê, DAIŞ, Jean-Yves Le Drian, Sûriye, IRAQ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de