10:57 20 Tebax 2017
Zindî
    Çetin Gungormez

    400 karkerên wê xana navdar bê kar man...

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Esnafê Xana Hesenpaşayê Çetin Gungormez got: ‘400 kesên ku li Xana Hesenpaşayê dixebitîn 40 roj in bê kar in û di zirarê de ne. Wekî esnafekî di xanê de zirara min a di heyema qedexeya derketina derve de 30-40 hezar lîrayê tirk e.’

    Omer Faruk Baran

    Amed — Yek ji navdartirîn mekanên Amedê Xana Hesenpaşayê ji mehekê zêdetir e bûye yek ji xalîtirin mekanên Amedê. Xana ku di nava Suriçiyê de ye ji ber şer û pevçûnên di navber hêzên kurdan û hêzên dewleta tirk de dewam dikin bê kes û kûs maye. Esnafekî ku dikana wî li Xana Hesenpaşayê ye li ser hûrgiliyên xanê ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

    Çetin Gungormez ê ku di dikana xwe ya li xanê şal, şapik û destmalan difroşe got: ‘Ez bi xwe jî ji Sûrê me û 10 sal in ku di vê xanê de esnaf im. Ez li vir mezin bûm, ez ji vir çûm û bi Enqere, Stenbol û Qazaxistanan re derketim; lê ez dîsa vegeriyam warê xwe. Nikarim terka vir bikim, şer û pevçûn dewam dikin; lê ez dîsa jî her roj têm xanê çayê vedixwim û cixareyê dikşînim. Ji 40 rojî zêdetir e esnafên xanê dikanên xwe venakin.’

    Gungormez destnîşan kir ku li  xanê 86 dikan hene û 36 kes xwediyê van dikanan in. Gungormez got: ‘Di xanê de Kahvaltici Mustafa û Kahvaltici Kadri bi nav û deng in. Ji her derê cîhanê însan dihatin; li vir taştiyên xwe dixwarin. Li cem Kahvaltici Mustafa bi tevahî 30, li cem Kavhaltici Kadri jî bi tehavî 30 karker dixebitîn. Li xanê bi giştî 400 karker dixebitîn. Ev 400 kes 40 roj in bê kar in û di zirarê de ne. Wekî esnafekî di xanê de zirara min a di heyema qedexeya derketina derve de 30-40 hezar lîrayê tirk e.’

    Bi heman mijarî:

    ‘Ji tirsa teqînê, me xwe di tuwaletê de veşart’
    Di malpera akademîsyena de strana Dombra lêxist
    DAIŞê êrişî Tikrîtê kir û du bajarok ketin destê wan
    Kesên ku bixwazin dikarin 3 meha leşkeriyê bikin
    Komkujê Siltanahmedê: Ez ji DAIŞê reviyam hatim Tirkiyeyê
    Li navçeya Sûrê ji şevê heta berê sibehê şer û pevçûn nesekinîn.
    Etîketan:
    hêzên kurdan, hêzên dewleta tirk, şer û pevçûn, bêkarî, Xana Hesenpaşayê, Çetin Gungormez, Sûr, Amed, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de