03:57 21 Tebax 2017
Zindî
    Thomas Maiziere

    Almanyayê Tirkiye derewand

    © Sputnik/ Valeriy Melnikov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 38001

    Wezîrê Navxweyî yê Almanyayê derbarê êrişa Siltanahmedê ku Tirkiyeyê gotibû ‘nasnameya komkuj diyarbûye' derewand û got, hê jî tiştekî diyar tuneye.

    Stenbol — Wezîrê Navxweyî yê Almanyayê Thomas Maiziere derbarê êrişa Siltanahmedê ku Tirkiyeyê gotibû ‘nasnameya komkuj diyarbûye' derewand û got, hê jî nasnameya êrişker ne diyar e.

    Wezîrê Navxweyî yê Almanyayê Thomas Maiziere ji televîzyona ARDeyê re axivî û got, ev komkuj li gorî nasnameya ku bi kar dianî hat kifşkirin, ne li gorî nasnameya wî ya esasî hat kifşkirin. Hê jî ne diyare ka ev nasname aîdî vî ye an na.

    Di êrişa Siltanahmeda Stenbolê de yek jê komkuj 12 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Enqere nasnameya êrişker wekî Nebîl Fedlî ku bi eslê xwe ji Sûriyeyê ye diyar kiribû, lê malbata Fedlî jî dibêje, berpirsyarê DAIŞê yê Minbiçê hate mala me û got Nebîl Fedlî li herêma set Teşrînê di şerê YPGê de hatiye kuştin û cenazeye wî jî li wir maye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li paytextê 6 teqîn li dû hev çêbûn
    Li Hesekeyê teqîn: ‘Kuştî û gelek jî birîndar hene'
    Li Siltanahmeda Stenbolê teqîn: 11 kuştî û 15 birîndar
    DAIŞ - 2 teqîn; Bi dehan kuştî û birîndar hene
    Li navçeya Sûrê teqîn: Sivîlek û 4 leşker birîndar bûn
    Etîketan:
    Wezareta Navxweyî ya Almanyayê, Thomas Maiziere, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de