22:08 17 Tebax 2017
Zindî
    Polês, tîmê taybet, êriş, şer û pevçûn, konvoy

    ‘Ji tirsa teqînê, me xwe di tuwaletê de veşart’

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 48 0 0

    Niştecihên Çinarê yên ku li nêzikî avahiya Mudîriyeta Ewlehiyê ya Çinarê rûdinin ji Sputnik Kurdistanê re axivîn.

    Omer Faruk Baran
    Amed- Şafii Dagli yê ku li Şaredariya Çinarê karker e got: ‘Bi şev saet derdora 12an bû. Me dengê teqîneke pir mezin bihîst, me got qey erdhej e. Piştî wê, tavilê şer û pevçûn çêbûn. Du saetan dewam kir, zaroyên me pir tirsiyan.’

    Hediye Ozaltay a ku diya pênc zaroyan e got: ‘Em li hundir rûniştibûn, me televizyon temaşe dikir. Bi dengê teqîne re derî û pencereyên me şkestin û firiyan ser rûyên me. Mêrê min ne li malê bû, em reviyan û me xwe di tuwaletê de veşart. Em şeş kes, di tuwaleta biçûk de man. Ez hîn jî di şokê de me. Psîkolojiya zaroyê min xerab bû. Giriyê naterikînin.’

    Esnafekî ku nexwest navê xwe bibêje jî got: ‘Ez li dikana xwe rûniştibûm. Dema ku şer û pevçûnan dest pê kir ceyran hate birrîn. Min xwe di dikanê de veşart heta ku şer û pevçûn sekinîn. Şer û pevçûnan nêzikî du saetan bênavber dewam kir.’

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê êrişî Tikrîtê kir û du bajarok ketin destê wan
    Kesên ku bixwazin dikarin 3 meha leşkeriyê bikin
    Komkujê Siltanahmedê: Ez ji DAIŞê reviyam hatim Tirkiyeyê
    Li navçeya Sûrê ji şevê heta berê sibehê şer û pevçûn nesekinîn.
    Li Çinarê êrişa Miduriyeta Ewlehiyê: 7 kuştî û 40 birîndar
    Li paytextê 6 teqîn li dû hev çêbûn
    Etîketan:
    dengê teqînê, şer û pevçûn, Mudîriyeta Ewlehiyê ya Çinarê, Şaredariya Çinarê, Hediye Ozaltay, Şafii Dagli, Amed, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de