09:59 18 Tebax 2017
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞê êrişî Tikrîtê kir û du bajarok ketin destê wan

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 100 0 0

    Terorîstên DAIŞê êrişî bajarê Tikrîtê yê Iraqê kirin, beşek ji bajêr û rêya navbera Tikrît û Kerkûkê jî kete destê wan.

    Navenda Nûçeyan — Rêxistina terorîst ya DAIŞê îro berê sibehê dest bi êrişeke mezin li dijî bajarê Tikrîtê yê Iraqê (navenda parêzgeha Selahedînê) kirin.

    Derheqê wî şerî de parêzgarê Selahedînê Raîd Cibûrî ragihand, DAIŞê îro danê sibê bi 7 otomobîlên bombekirî êrişî devera bi navê Til Gesêbe ya Tikrîtê kirin.

    Raîd Cibûrî da zanîn ku Til Gesêbê ketiye destê DAIŞê û gelek leşkerên iraqî jî di wî şerî de hatine kuştin û birîndar bûne, heta niha jî şer didome.

    Parêzgarê Selahedînê da zanîn ku balafirên şer ên Iraqê wan deverên ku ketine destê DAIŞê didin ber bombeyan.

    Li gorî agahiyan, di şerê han de herî kêm 12 çekdarên DAIŞê û 7 leşkerên Iraqî hatine kuştin.

    Hat gotin ku terorîstên DAIŞê li aliyê çiyayê Hemrînê ve êrişî Tikrîtê kirine û bajarokê Til Gesêbe, devera bi navê Fethe û rêya navbera Tikrît-Kerkûkê jî girtin e.

    Bajarê Tikrîtê 140 km dûrî Bexdayê û li kêleka çemê Dîclê ye û bajarê Serokê Iraqê yê berê Sedam Hiseyn e.

    Bi heman mijarî:

    Çapemeniya cîhanê: 'DAIŞ li Tirkiyayê dixe û Tirkiya li kurdan'
    DAIŞ, bi van peyvan Stenbol tehdîd kiribû
    DAIŞ - 2 teqîn; Bi dehan kuştî û birîndar hene
    DAIŞ û El Qaîde hev bihêz dikin
    DAIŞ, moşekên ku bikaribe balafiran bixîne çêdike
    Etîketan:
    DAIŞ, Raîd Cibûrî, Tikrît, IRAQ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de