20:27 16 Tebax 2017
Zindî
    Teqîna Siltanahmed

    Komkujê Siltanahmedê: Ez ji DAIŞê reviyam hatim Tirkiyeyê

    © © AA/ İBRAHİM HALİL ÇEKİCİ
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 78 0 0

    Faîlê êrişa Siltanahmedê Nebîl Fedlî di dîdariya xwe ya Rêvebiriya Koçberan ya Stenbolê de ‘ji êrişên DAIŞê min ji malbata xwe gelek kes winda kirin'.

    Stenbol - Faîlê êrişa Siltanahmedê Nebîl Fedlî di dîdariya xwe ya Rêvebiriya Koçberan ya Stenbolê de ‘ji êrişên DAIŞê min ji malbata xwe gelek kes winda kirin. Ez ji wê rewşa êrişan reviyam, hatim Tirkiyeyê û dixwazim derbasî Ewropayê bibim.

    Li gorî nûçeya Fevzî Kizilkoyunê nivîskarê Hurriyetê, lêkolîna Nebîl Fedliyê komkuj ku ji Sûriyeyê bi saya qaçaxçiyan ji sînor derbasî Tirkiyeyê bibû bi awayekî berfireh didome. Komkuj, li ser rêya Kilîs û Entabê derbasî Stenbolê dibe û bi 4 hevalên xwe re ji bo qeydiyê serî li Rêvebiriya Koçberan ya Zeytinburnuya Stenbolê dide.

    Endonezya
    © Foto: AFP 2016/ Muhammad Zulfan Dalimunthe
    Armanca sereke Ewropa bû

    Komkuj Nebîl Fedlî navnîşana xwe li Zeytinburnuyê dabû rayedaran û ev qetibû qeydiyan. Komkuj piştî demekê ji wê navnîşana Zeytinburnuyê veqetiya û li Qadirgayê li otelekê bi cih bû. Hat îdiakirin ku armanca Nebîl Fedlî li welatekî Ewropayê êrişa komkujî pêk bînê lê ji bo ku ev derfet nedît, li Stenbolê turîstên biyanî hedef girtin.

    Bi heman mijarî:

    Li paytextê 6 teqîn li dû hev çêbûn
    Li bajarê Sine teqîn: 3 xanî hilweşiyan, kuştî û birîndar hene
    Li Siltanahmeda Stenbolê teqîn: 11 kuştî û 15 birîndar
    Li paytextê şer, êriş û teqîn: Herî kêm 34 kes hatin kuştin
    Etîketan:
    DAIŞ, Nebîl Fedlî, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de