18:40 17 Tebax 2017
Zindî
    Teqîn

    Li Çinarê êrişa Miduriyeta Ewlehiyê: 7 kuştî û 40 birîndar

    © Foto: AA/ AZİZ ASLAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 191 0 0

    Duhî bi şev li navçeyên Çinar û Bismil ên Amedê, li navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê, êrişî qereqol û avahiyên leşkerî hat kirin.

    Her çikas Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmed Davutoglu hejmara kuştiyan 6 û ya birîndaran 39 kes nîşandan, her wiha li gorî nûçeya televîzyona K24ê hejmara kuştiyan 7 û ya birîndaran jî 40 kes in.

    Şevêdin li navçeya Çinara Amedê saet li derdora 23,30 li dijî Miduriyeta Ewlehiya navçeyê bi roketavêj û wesayîtên bombekirî êriş pêk hat.

    Di bûyerê de polêsek û 5 sivîl hatin kuştin. Di nava kuştiyan de du zarokên ku yek jê 5 mehî û yê din jî du saliye hene. Lojman û avahiya miduriyetê ziyaneke mezin dîtin û bi dijwariya teqînê gelek avahiyên derdorê jî xera bûn.

    Davutoglu di civîna TUBİTAKê de axivî

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmed Davutoglu di civîna TUBITAKê de êriş şermezar kir û got, di encama êrişê de polêsêkî me û 5 welatiyên me sivîl hatine kuştin û 39 kes jî birîndar bûne. 

    ​Li navçeya Çinarê ya Amedê, bi otomobîleke bombekirî êrişî lojmanên polêsan kirin.

    ​Derheqê encama êrişê de, Walîtiya Amedê ragihandiye, di wê bûyerê de 2 xizmên polêsan hatine kuştin, 14 kes jî birîndar bûne ku 6 jê polês û yên din jî xizmên polêsan bûne.

    ​Li gorî agahiyên walîtiyê, ji ber tundiya teqînê, avahiyeke kêleka lojmanên polês jî hilweşiyaye û di encamê de 3 kes mirine û 5 kes jî birîndar bûne. Ji ber bandora teqînê, li avahiyên wêdetir jî 20 kes birîndar bûne.

    ​Li navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê jî qereqola hêzên cendirme rastî êrişan hat. Li gorî agahiyan, piştî êrişê şer derketiye lê tiştek bi kesî nehatiye.

    ​Li navçeya Bismilê ya Amedê jî bombe bi panzêra leşkeran de teqiya. Heta niha nayê zanîn di wê bûyerê de kuştî û birîndar heye yan na.

    Bi heman mijarî:

    Li Qoserê êriş: Kuştî hene
    Su-25 Balafira êriş û îzolasyona hewayî
    Li paytextê şer, êriş û teqîn: Herî kêm 34 kes hatin kuştin
    Polêsê Îranê êriş bir ser mizgeft û medreseyên kurdan: 10 birîndar
    AMED - Şer, qedexe û êriş bi dijwarî berdewam dike (TÊ NÛKIRIN)
    Etîketan:
    Miduriyeta Ewlehî ya Çinarê, PKK, Çinar, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de