06:11 22 Sibat 2018
Zindî
    Rafî Rifaî

    Muftiyê Suniyên Iraqê: 'Em piştgiriyê didin serxwebûna Kurdistanê'

    © kdp.info
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî nûçeya Rûdawê, Muftiyê Sunniyên Iraqê Rafi Rufaî piştgiriyê dide ragihandina dewleta Kurdistanê.

    Hewlêr — Muftiyê Sunniyên Iraqê Rafi Rufaî daxuyand ku hêviya xêr û başiyê ji hemû pêkhetayên Iraqê re dixwaze û got: ‘Çi bi awayê serxwebûnê çi jî bi şêweyekî din her kîjan netewe û tayifeyeke diyarkirî bixwaze xwe pêş bixe em piştgîriyê didinê.

    Parlamenterê Iraqê Casim Mihemed Ceifer ê bi ser Fraksiyona Dewleta Qanûnê jî wiha got: ‘Em hêvîdar im ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hema îro dewleta kurdî ragihîne û heta sibehê dereng nexîne; lêbelê ev barekî giran e ku bi nêrîma min Barzanî nikare biavêje. Ji ber ku ne tenê Iraq, belku rewşa herêmê jî ragihandina dewleta Kurdistanê guncaw nabîne.’

    Parlamenterê Iraqê Hebîb Terfî yê ser bi Fraksiyona Muwatinê jî got ku welat di krîzek kûr û berfireh a aborî û ewlehiyê de ye; herwiha rewşa deverê jî pêngaveke wisa munasib nabîne, bi taybetî Tirkiya, Îran, Sûriya û Iraq niha bi vê pêngavê razî nabin.

    Hêjayî gotinê ye ku demek berê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî konsul û nûnerên welatên biyanî yên li Kurdistanê re civînek li dar xistibû  û derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de wiha gotibû: ‘Ji bo ku hemû cîhan bizanibe ku gelê Kurdistanê çi dixwaze û dê çawan biryarê li ser çarenivîsa xwe bide, divê bicihkirina îradeya xelkê Kurdistanê di demeke munasib û bi şêweyekî aştiyane û dûr ji tundûtîjiyê derkeve holê.’

    Bi heman mijarî:

    Heyeta MSDê bi rayedarên Rûsyayê re civiya
    Çapemeniya cîhanê: 'DAIŞ li Tirkiyayê dixe û Tirkiya li kurdan'
    ÎHD: ‘Di nav 5 mehan de 170 welatî hatin qetilkirin'
    Li dijî wesayîta zirxî çalakî: Herî kêm 3 polês birîndar bûn
    YNK: ‘Mela Bextiyar, Demirtaş û Muslim dê li Îtalyayê bicivin’
    23 leşkerên tirk ji ber nerazîbûna komkujiyê îstîfa kirin!
    Etîketan:
    konsul û nûnerên welatên biyanî yên li Kurdistanê, bicihkirina îradeya xelkê Kurdistanê, serxwebûna Kurdistanê, Hebîb Terfî, Casim Mihemed Ceifer, Rafi Rufaî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de