03:20 20 Hezîran 2018
Heyeta MSDê bi rayedarên Rûsyayê re civiya

Heyeta MSDê bi rayedarên Rûsyayê re civiya

© Foto: ANHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Şandeya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi armanca guftugokirina çareseriya siyasî ya pirsgirêka Sûriyê li Cinêvê bi Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê û Berpirsyarê Qada Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqyayê re, civiya.

Cenevre - Di şandeya MSDê de, Hevserokên meclîsê Îlham Ehmed û Heysem Menai, endamên meclîsê û desteya siyasî ya meclîsê û di şandeya Rûsiyeyê de Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Gennady Gatilov û Berpirsyarê Qada Rojhilata

Navîn û Bakurê Efrîqyayê di wezareta wan de Alexander Vershinin amade bûn.

Di hevdîtinê de herdu aliyan diyar kirin ku divê hemu aliyên ku temsîla gelê Sûriyeyê dikin bi awakî hevseng û wekhev li ser maseya civîna Cenêv-3 amade bin, da ku aloziya Sûriyê bê çareserkirin.

Herdu aliyan, makanîzma danûstandinan û girîngiya hebûna hemû pêkhate û komên muxalefeta Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de aliyê rûsî, pirsa pîvanên binavkirina "Rêxistinên terorîst" kir û li nêrînên  şandeya MSD'ê guhdar kir.

Herdu aliyan jî di vê mijarê de, girîngiya derxistina lîsteyeke rêxistinên terorîst beriya civîna 25ê çileyê, anîn ziman.

Bi heman mijarî:

Çapemeniya cîhanê: 'DAIŞ li Tirkiyayê dixe û Tirkiya li kurdan'
ÎHD: ‘Di nav 5 mehan de 170 welatî hatin qetilkirin'
Li dijî wesayîta zirxî çalakî: Herî kêm 3 polês birîndar bûn
YNK: ‘Mela Bextiyar, Demirtaş û Muslim dê li Îtalyayê bicivin’
23 leşkerên tirk ji ber nerazîbûna komkujiyê îstîfa kirin!
Etîketan:
îlham Ehmed, Cenevre
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de