02:13 22 Sibat 2018
Zindî
    ÎHD

    ÎHD: ‘Di nav 5 mehan de 170 welatî hatin qetilkirin'

    © Foto: www.ihddiyarbakir.org
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Li gor rapora Şaxa ÎHDê ya Amedê, li bajarên kurdan di navbera 16ê Tebaxê û 10ê Çileyê de li 19 navçeyên 7 bajaran 59 car qedexeya derketina kolanê hatiye îlan kirin û di dema qedexeyan de 170 welatî hatine qetilkirin, 145 kes jî birîndar bûne.

    Amed - Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê der barê qedexeya derketina kolanê ya ku di 16ê Tebaxa 2015an de destpê kir û hê jî li Sur, Silopî û Cizîrê berdewam dike û binpêkirina mafê jiyanê û mafê mirovan ên di nav vê demê de hatine jiyin, raporek amade kir.

    Rapor, bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re hate parvekirin. Serokê Şaxa ÎHDê ya Amedê Racî Bîlîcî, binpêkirinên mafan yek bi yek rêz kirin.

    'Li 7 bajaran 170 welatî hatin qetilkirin'

    Bîlîci da zanîn ku heya niha di qedexeyên derketina kolanê ya li 19 navçeyên 7 bajarên Kurdistanê hatiye îlankirin de, 170 welatî jiyana xwe ji dest dane û 145 kes jî birîndar bûye. Bîlîcî destnîşan kir ku tenê li Amedê 10 ji wan zarok, 3 ji wan jin 37 welatî hatine qetilkirin û 47 welatî jî birîndar bûne. Bîlîcî got: ‘Şerê li Kurdistanê her ku diçe fikaran zêde dike û li Kurdistanê binpêkirina mafê jiyanê didome. ‘

    'Înfazên bê daraz tê kirin' 

    Bîlîcî bilêvkir ku êdî li Kurdistanê hiqûqek cûda di meriyetê de ye û wiha berdewam kir: ‘Li hemberî deskeftiyên Kurdan polîtîkayên îmhayê tê meşandin. Li cihên ku xwepêşandanên civakî hene, înfazên bê daraz tê kirin. Ev pêvajo wisa nameşe.'

    'Mirovahî di bin dorpêçê de ye'   

    Bîlîcî destnîşan kir ku rewş gihiştiye wê merhelê ku êdî ne bajar, mirovahî di bin dorpêçê de ye û banga ‘çalakiya lezgîn' ku berê li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kiribû dubare kir.   Bîlîcî derbarê cenazeyên Îsa Oran û Mesut Sevîptek ên ku 23 roj in li Sûrê têne rawestandin jî agahiyên girîng dan. Bîlîcî da zanîn ku duh dema wekî heyet çûne ku cenazeyan wergirin, rayedarên dewletê ji wan re gotiye "Destpêkê muhîmmatên li ser cenazeyan ji me re bînin."

    'Li Nisêbînê qedexe fîîlî didome'  

    Bîlîcî balê kişand ser rewşa Nisêbînê jî û got tevî ku qedexeya derketina kolanê tune ye jî, qedexe bi awayek fîîlî berdewam dike û got: ‘Jiyana şêniyên navçeyê di bin xeterê de ye.'  Bîlîcî bang li dewletê kir ku dest ji êrîşên tevkujiyê berde û wiha pê de çû: ‘Bila tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin. Bila vegerin ser maseya muzakereyê."'

    'DMMEyê ku tedbîr negirt, şîrikê sûcan e'   

    Bîlîcî biryara DMMEyê ya der barê qedexeya derketina kolanê de jî rexne kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: ‘Ji wendahiyên can ji vê pê ve DMME jî berpirsyar e.'

    Bi heman mijarî:

    ÎHD: ‘Di nava 11 mehan de 51 zarok ji hêla dewleta tirk ve hatin kuştin'
    ÎHD: "Di 78 rojan de 113 kes hatin kuştin"
    KMM: 37 rojên dawîn de 48 welatiyên sivîl hat qetil kirin
    Li dijî wesayîta zirxî çalakî: Herî kêm 3 polês birîndar bûn
    YNK: ‘Mela Bextiyar, Demirtaş û Muslim dê li Îtalyayê bicivin’
    23 leşkerên tirk ji ber nerazîbûna komkujiyê îstîfa kirin!
    Etîketan:
    ÎHD, Raci Bilici, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de