12:05 20 Hezîran 2018
Leşkerên tirk

23 leşkerên tirk ji ber nerazîbûna komkujiyê îstîfa kirin!

© REUTERS / Murad Sezer
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Hat ragihandin ku 23 leşkerên tirk ji ber êriş û komkujiyên li bajarên kurdan nerazîne îstîfa kirin û navê 11 ji wan hat diyarkirin.

Navenda Nûçeyan — Li Şirnex û navçeyên wê, berxwedana gel a li dijî êrişên didome.

Pukmedîayê ragihand ku di belgeyeke veşartî ya Fermandariya Hêzên Bejahî ya bi serenavê 'Bi taybetî ji bo xizmetê ye' de, ku deşîfre bû, ji hemû fermandaran hatibû xwestin ku personelên xwe ji bo qetilkirina sivîlan îqna bikin û fermanê bidin wan ku ji bo kuştina sivîlan, ji mehkemeyê netirsin.

Li gorî nûçeyê li Şirnexê gelek leşkerên tirk naxwazin sîvilan qetil bikin û li ser vê yekê jî îstîfa kirine.

11 ÇAWIŞÊN PISPOR, ŞIRNEX TERIKANDIN

Ajansa Nûçeyan a Firatê jî ragihand ku leşkeran hem ji ber zor û zehmetiyên şerê li nava bajêr hem jî nexwestine sivîlan hedef bigirin, îstifa kirine. Li gorî nûçeyê çawişên pispor ên bi navê Yakûp Gîrgîn, Necmî Şekercî, Cesîm Erhan, Yakûp Bîlîcî, Onûr Kuçukîl, Mehmet Akiş, Emre Gonenç, Ogûz Boz, Hamdî Algul, Alî Degîrmî, Serkan Sûsan û Ertûgrûl Kiliç îstifa kirine.

Bi heman mijarî:

Konsolxaneya Fransayê dosyeya qetilkirina 3 jinên kurd qebûl nekir
Karayilan: Ev xwîn li erdê namîne, wê tola wan were hilanîn
Li Cizirê kesek li ber mala xwe hat kuştin
KATALONYA - Serokê serxwebûnxwaz sonda Spanyayê nexwend
Wekîlê PDKê: ‘Dewleta tirk wê nikaribe berxwedana Bakur bişikîne'
Demirtaş: Erdogan aştîxwazan hedef nîşan dide
Li dijî wesayîta zirxî êrişa bombeyî
Etîketan:
Şirnex
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de