13:58 18 Sibat 2018
Zindî
    Endamê rêveberiya PKKê Murad Karayilan

    Karayilan: Ev xwîn li erdê namîne, wê tola wan were hilanîn

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 00

    Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan, di bernameyeke Stêrk TV de êrişên dewletê û berxwedana li bajarên kurdan nirxand û got: ‘Tola sivîlên hatine qetilkirin wê bê hilanîn.'

    Navenda Nûçeyan — Karayilan da zanîn ku xendek û bend weke bahaneyekê tên bilêvkirin û got: ‘Xuya ye mîna berê, planên wan ên veşartî yên li hemberî gelê kurd hene.' Karayilan di vê çarçoveyê de qanûnên Plana Şark Îslahat, Îslehkirina Dêrsimê, qanûn îskanê ya mecbûrî bibîr xist.

    Karaylian bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û got: ‘Li ser Rêberê me îşkenceya tecrîdê heye. Divê gelê me bi vê bizanibe; Rêberê me li ber xwe dide. Daxwazên mêtîngeriya tirk qebûl nake. Lewma îşkenceya psîkolojîk û zext lê tê kirin. Di vê çarçoveyê de du heval hatin sirgûnkirin.'

    ‘TOLA SIVÎLAN WÊ WERE HILANÎN'

    Karayilan sivîlên li bajarên kurda hatin qetilkirin, ku jin û zarok jî di nav de hene, bibîr xist û ev xal destnîşan kir: ‘Divê her kes zanibe, ku xwîna wan wê li erdê nemîne. Wê tola wan bê hilanîn. Xwîna zarokên me, jinên me, ciwanên me wê li erdê nemînin. Bila her kes bi vê bizanibe. Tola wan wê were hilanîn. Gelê Kurd wê vê xwînê li erdê nehêle.'

    JI KURDÊN LI METROPOLAN RE: DEM NE DEMA GOTINÊ YE, DEMA ÇALAKIYAN E

    Karayilan bi taybetî bang li kurdên li Stenbol û Îzmîrê dijîn kir û got: ‘Divê kurdên li wê derê bizanibin, ku ev dem demeke nû ye. Belasebep topan neavêjin Amed, Cizîr û Silopiyayê. Eger sibe ev dever têk biçin, wê we jî li wir biqedînin. Divê Kurdên li metropolan xwedî li wezîfeyên xwe derkevin. Bila welê nebêjin 'em şoreşger' in. Êdî dem ne dema gotinê ye, dem dema çalakiyê ye. Ji ber vê yekê, aliyê ku herî zêde were rexnekirin, kurdên li metropolan e.'

    'BILA GELÊ ME ZANIBE KU WÊ BIHAR BÊ, DEWLET WÊ DARBEYÊ BIXWE'

    Karayilan da zanîn ku dewleta tirk hewl dide bi hemû hêza xwe re heta biharê encamê werbigire û got: ‘Dizanin ku dema bibe bihar ew ê darbeyê bixwin. Bila gelê me vê bizanibe; dema bû bihar wê dewlet darbeyê bixwe. Ew jî bi vê dizanin. Lê divê gelê me li ber xwe bide. tax, kolan û bajar neyên terikandin.'

    Bi heman mijarî:

    Karayilan: ‘Kî ji xwe re dibêje 'ez mirov im' divê li malê rûnenê'
    Karayilan: ‘Yên xurt em in; yên bi ser bikevin jî em in'
    Karayilan: Eger xweseriyê qebûl nekin, em ê li ser cihêbûnê bifikirin
    KCK: ‘Kêr êdî gihiştiye hestî, divê her kes rabe ser piya'
    KCK: ‘Heta ku Kurdistan azad nebe, komkujî dawî nabe'
    KCK: 'Berpirsên van polîtîkayên qetlîamê wê nêz an dereng bên cezakirin'
    Etîketan:
    KCK, Murat Karayilan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de