09:04 24 Sibat 2018
Zindî
    Cengiz Erdem - Aydin Erdem

    Cengiz Erdem li cem birayê xwe hat definkirin

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Birayê Aydin Erdem ku di sala 2009an de ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin Cengiz Erdem ê rêvebirê DBPê yê Qoserê li cem gora birayê xwe hat definkirin.

    Mêrdîn - Rêvebirê DBPê yê Qoserê Cengiz Erdem ku duh êvarê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi tevlî 3 kesan ve hatibû qetilkirin û di heman demê de birayê Aydin Erdem ê ku di sala 2009an de ji aliyê polêsan ve li Amedê hatibû qetilkirin bû li gundê Risînê ya Stewrê hat definkirin.

    Cenazeyê Erdem ji aliyê malbat û rêvebirên MEYA-DERê ve ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat wergirtin. Di wergirtina cenazeyê de ligel endamên DBP û HDPê, endamên Dayikên Aştiyê, hevşaredarên DBPê û bi hezaran welatî amade bûn. Cenazeyê Erdem ku bi tilîlî û dirûşma ‘Şehîd namirin' ji morgê hat wergirtin piştre bi konvoyeke ku sedan wesayîtan pêk dihat ber bi gundê Risînê ya Stewrê ve hat birêkirin.

    Li cem Aydin Erdem hat definkirin

    Di ketina gund de cenaze ji aliyê sedan welatiyan ve hat pêşwazîkirin û piştî vecîbeyên olî li cem gora birayê xwe yê ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin hat definkirin. Di merasîmê de nûnerê MEYADER'ê û Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk axivî û di axaftinan de bal kişandin ser komkujiyên li ser gelê kurd.

    SON DAKİKA — AYDIN ERDEM'İN KARDEŞİ KATLEDİLDİ!!!Kızıltepe'de KATİL pöh timlerinin taradığı bir araçta 4 kişi yaşamını…

    Posted by Aydın Erdem Özgür Öğrenci Derneği / Aydın-Der on 12 Ocak 2016 Salı

    Bi heman mijarî:

    Li Cizirê kesek li ber mala xwe hat kuştin
    KATALONYA - Serokê serxwebûnxwaz sonda Spanyayê nexwend
    Demirtaş: Erdogan aştîxwazan hedef nîşan dide
    Li dijî wesayîta zirxî êrişa bombeyî
    6 kes li Hezexê hatin definkirin
    Etîketan:
    MEYA-DER, DBP, HDP, Cengiz Erdem, Aydin Erdem, Qoser, Mêrdîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de