11:14 23 Hezîran 2018
Teqîna Siltanahmed

Hejmara kuştiyên êrişa Siltanahmedê zêde bûn

© REUTERS / OSMAN ORSAL
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Wezareta Derve ya Almanyayê destnîşan kir ku hejmara hemwelatiyên Almanyayê yê êrişa Siltanahmedê zêde bûn.

Stenbol — Nûnerê Wezareta Derve ya Almanyayê Sawsan Chebli destnîşan kir ku hejmara hemwelatiyên Almanyayê yê êrişa Siltanahmedê zêde bû û hejmera kuştiyan almanî gihîşt 10an.

Sawsan Cheblî li Berlînê di civîna çapemenî de ragihand welatiyekî din ku di êrişa duhî ya Siltanahmedê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da û dermankirina 7 welatiyên almanî li nexweşxaneyan didome.

Her wiha Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Efkan Ala, îro di civîna Wezîrê Navxweyî yê Almanyayê re ragihandibû ku rewşa du welatiyên Almanyayê giran e.

Di êrişa komkujî ya Siltanahmeda Stenbolê de yek jê êrişker 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

 

 

Bi heman mijarî:

Bîlançoya rojeva Tirkiyayê: Şer, pevçûn, înfaz, kuştin û teqîn...
Li Siltanahmeda Stenbolê teqîn: 11 kuştî û 15 birîndar
DAIŞ - 2 teqîn; Bi dehan kuştî û birîndar hene
Li bajarê Sine teqîn: 3 xanî hilweşiyan, kuştî û birîndar hene
KURDİSTAN - Teqîn: 2 kuştî û 1 birîndar
Etîketan:
Wezareta Navxweyî ya Tirkiyayê, Wezareta Derve ya Almanyayê, Efkan Ala, Sawsan Chebli, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de