08:37 21 Sibat 2018
Zindî
    Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

    Wekîlê PDKê: ‘Dewleta tirk wê nikaribe berxwedana Bakur bişikîne'

    © Flickr
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Parlementerê PDKê Elî Halo got: ‘Dewleta tirk li Bakurê Kurdistanê Enfalê dike, bêdengiya li pêşperî vê rewşê bi tu awayî bi kêrî yekîtiya neteweyî ya kurdan nake.'

    Navenda Nûçeyan — Parlementerê PDKê Elî Halo êriş û komkujiyên ku li bajarên kurdan pêk tê de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî û got: ‘Dewleta tirk bi qetilkirina kurdan re li dijî mirovahiyê sûc dike.' Halo bang li rêxistinên kurdan kir, ku li hemberî vê komkujiyê dengê xwe bilind bikin.

    'TU HÊZ NIKARE BERXWEDANA BAKUR BIŞIKÎNE'

    Parlamenterê PDKê Alî Halo da xuyakirin, ku hemû dewletên li Kurdistanê serdest in, bi awayekî bêaqil tevdigerin û wiha got: ‘Li gorî wan ti mafekî Kurdan nîne. Enfalkirin, qetilkirin û rakirina fermanê li ser kurdan, ji bo xwe weke serketinê dibînin. Ev her çar dewletên li ser Kurdistanê serdest in, dibêjin ku kurd wê nebin xwedî maf, wê nebin xwedî nasname. Ev mejî li Rojhilata Navîn dijminatiyê li dijî mirovahiyê dike.'

    Halo wiha got: ‘Dewleta tirk li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi îlana qedexeya derketina derve re bi awayekî vekirî kurdan qetil dike û wehşetê dike. Ev yek li dijî mirovahiyê ye, wehşet e. Bi tundî şermezar dikim. Divê em vê mehkûm bikin. Em hêvîdarin ku ev pêkanînên li dijî mirovahiyê tavilê bidawî bibin. Divê were zanîn ku bi komkujiyan re pirsgirêka kurd çareser nabe. Berevajî pirsgirêk kûrtir dibe. Heta niha gelek komkujî bi serê kurdan de hat, lê Kurdan dest ji mafên xwe bernedan. Xwedî li nasname û çanda xwe derketin. Di heman demê de ti hêzê li Bakurê Kurdistanê berxwedana gelê Kurd nekarî bişikîne.'

    'XWESERÎ MAFÊ HERÎ XWEZAYÎ YÊ KURDAN E'

    Halo wiha got: ‘Kurd bixwazin dikarin daxwaza cihêbûnê jî bikin. Lewma divê dewletên heyî ji ber vê daxwaza xweseriyê kêfa wan bê û hurmetê nîşan bidin. Rêxistinbûyînên xweseriya demokratîk û federal, li wealtên ne zilm û zordarî lê hene, bûne sedem ku rewşeke demokratîk biafire. Lewma daxwaza xweseriyê ya gelê Kurd a li Bakurê Kurdistanê mafê herî xwezayî ye.'

    'DIJDERKETINA LI KOMKUJIYAN, WEZÎFEYA NETEWEYÎ YA HEMÛ KURDAN E'

    Halo got: ‘Li ku derê kurdek bê qetilkirin, divê partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr, akademîsyen û gelê Kurd ji sedî sed li dijî vê yekê derkevin. Ev yek ji bo Kurdan ji aliyê siyasî, exlaqî, wijdanî û însanî ve wezîfeyek e. Di sedsala 21an de bêdengiya li hemberî vê wehşeta li gelê kurd tê kirin, bi ti awayî xizmetê ji berjewendiyên netewe û gelê kurd re nake.'
    Der barê bêdengiya PDKê ya li pêşberî van komkujiyan de parlamenterê PDKyî Halo ev bersiv da: ‘Li gorî min hemû hêzên Kurd, divê li dijî van komkujiyan dengê xwe bilind bikin. Bêdengî, di vê demê de tiştekî were qebûlkirin nîne.'

    'DIVÊ TI RÊXISTINEKE KURD LI DIJÎ RÊXISTINEKE DIN BI DEWLETA TIRK RE TÊKILIYÊ DANEYNE'

    Halo dawiyê de got: ‘Pirsgirêka hebûna leşkerên tirk li Başûrê Kurdistanê divê bi rêya siyasî-dîplomatîk were çareserkirin. Divê ti rêxistineke kurd li hemberî rêxistineke din a Kurd, bi dewleta Tirk re têkiliyê daneyne.'

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: Erdogan aştîxwazan hedef nîşan dide
    6 kes li Hezexê hatin definkirin
    Li dijî wesayîta zirxî êrişa bombeyî
    Medyayê hedef girt, Serokomar heqaret kir û Sedat Peker jî tehdîd kir
    Kurdistan êrişên Tirkiyayê yên li dijî kurdan şermezar dike
    Baydemîr: Divê Yekîtiya Ewropa bi lezgînî bikeve dewrê
    Şewba berazan: 7 kurd mirin
    Etîketan:
    PDK, Elî Halo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de