16:28 20 Sibat 2018
Zindî
    Demirtaş

    Demirtaş: Erdogan aştîxwazan hedef nîşan dide

    © Foto: Cesim İlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di bin serokatiya hevserokên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de civiya. Demirtaş beriya civînê pirsên rojnemegeran bersivand.

    Enqere - Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş der barê hedefnîşandana koma akademîsyenan a ji aliyê Serokomar Erogan ve pirsên rojnamegeran bersivand û diyar kir ku akademîsyenên ku deklarasyonê îmze kirine wicdanê Tirkiyeyê ne û got: ‘Salek berê Erdogan digot ‘Me serê xwe da ber vî karî û em ê jehriyê vexwin' îro jî kesên ku aştiyê dixwazin wan hedef nîşan dide. Ev yek erzanî ye.'

    ‘Akademîsyen divê ne ji Erdogan ne jî ji YOKê talîmat negirin'

    Demîrtaş pirsa rojnamegeran a der barê Koma Akademîsyenan A Ji Bo Aştiyê piştî ku deklarasyona xwe aşkera kir û ji aliyê Serokomar Erdogan ve hedef hat nîşandan û pişt re jî YOKê der barê wan de lêpirsîn da destpêkirin bersivand û wiha got: ‘Erdogan beriya salekî ji bo aştiyê digot ‘Me serê xwe da ber vî karî û em ê jehriyê vexwin' îro jî kesên ku aştiyê dixwazin wan hedef nîşan dide. Ev yek erzanî ye. Bila tu kes ji aştî xwestinê netirse. Divê akademîsyen nîşan bidin ku ew bi talîmatan naxebitin. Divê azad bibin û ne ji YOKê ne jî ji Erdogan talîmatan bigirin.'

    Demirtaş da zanîn ku ew akademîsyenên ku deklarasyonê îmze kirine wekî ‘wicdanê vî welatî" dibîne.

    Demirtaş der barê biryara girtina DTPê ya AÎHMê de jî pirsan bersivand û got girtina DTPê û partiyên din biryarên siyasî ne û binpêkirina hiqûqê ye. Demîrtaş der barê pirsa biryara DMMEyê ya ji bo serlêdana girtina tedbîran a ji bo qedexeya derketina kolanan ku red kir jî ev bersiv da: ‘Biryara tedbîrgirtinê red kir. Hevalên me der barê vê biryarê de dê nirxandinên xwe bikin.'

    'Reya girtina şaredariyan hilbijartin e'

    Demirtaş herî dawî jî der barê daxuyaniya Wezîrê Karê Hûndir Efkan Ala ku gotibû dê şaredariyên DBPê dewrê dewletê bên kirin jî ev tişt got: ‘Reya şaredariyan ji DBP'ê kirin hilbijartin e. Ger bi xwe bawer bin bila hilbijartinên pêşxwet pêk bînin.'

    Bi heman mijarî:

    Li dijî wesayîta zirxî êrişa bombeyî
    6 kes li Hezexê hatin definkirin
    Demirtaş: ‘Em dê vê teqînê bişopînin'
    Demirtaş: Sedema êrişên medyayê talîmatên AKPê ne
    Demirtaş: ‘Li Dolmabahçeyê krîza rûniştinê jî Erdogan bi xwe çareser kir'
    Etîketan:
    Selahattin Demirtaş
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de