12:05 20 Hezîran 2018
3 ciwanên înfazkirî hatin oxirkirin

6 kes li Hezexê hatin definkirin

© Foto: Van Aktuel
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

6 kesên ku li Cizîrê di bin êrişên rewşa avarte de hatin qetilkirin, li Hezexê bi beşdariya hezaran kesan bi merasîmeke hatin oxirkirin.

Şirnex - Welatiyên bi navê Alî Tetik, Dikran Sayaca, Nebi Katlav, Lutfi Aksu, Halil Somer û kekê wî Nihat Somer ku li Cizîra Şirnexê di bin êrişên rewşa avarte de ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin li Hezexê bi beşdariya hezaran welatiyan ve hatin oxirkirin.

Cenazeyên 6 kesan ku ji Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê ji aliyê welatiyan ve hatin wergirtin bi ambulansan ve anîn pêşiya avahiya şaredariya Hezexê. Bi hezaran kesên ku tê de parlementerên HDPê Besîme Konca û Mehmet Ali Adiyaman jî heyî li ser milan bi dirûşmên ‘Şehît namirin' û ‘Bijî berxwedana Cizîrê' cenazeyên 6 kesan anîn Goristana Şêx Hesen.

'Bi komkujiyan nikarin biqedînin'

Di merasîma ku xizmên kesên hatin qetilkirin li ser tabûtan hêsir barandin de kekê Lutfi Aksu, Mesut Aksu axivî û diyar kir ku li Kurdistanê bi sedan Husnî hene. Kek Aksu destnîşan kir ku tu kes nikare kurdan bi komkujiyan biqedîne û wiha got: "Ji bo ku têkoşîna Husniyan bigihije armanca xwe divê herkes li xwedî Cizîrê derkeve.'

Kekê Nebi Katlav, Mesut Katlav jî di merasîmê de axivî û got ku Nebî ne tenê birayê wî ye, birayê hemû kesan e û ew birayê xwe emanetê gelê Hezexê dike. Li ser navê Alî Tetîk, Azîme Tetik jî got ku kesên Alî qetil kirine di esasê xwe de terorîst in û bertek nîşanî komkujiyan da.

Piştî merasîmê cenazeyên Ali Tetik, Dikran Sayaca û Nebi Katlav bi dirûşma ‘Şehît namirin' û bi çepikan spartin axê. Cenazeyên Lutfi Aksu, Halil Somer û Nihat Somer jî ji bo ku li gundê Yarbaşiyê bên definkirin derxistin rê. Cenazeyên her sê kesan jî bi beşdariya sedan welatiyên gundên derdorê bi dirûşman hatin oxirkirin.

Bi heman mijarî:

Baydemîr: Divê Yekîtiya Ewropa bi lezgînî bikeve dewrê
Kalkan: Em ê bibînin bê kî wê kê bîne ser çokan
Di doza girtina DTPê de Tirkiye hate mehkûmkirin
Medyayê hedef girt, Serokomar heqaret kir û Sedat Peker jî tehdîd kir
Etîketan:
HDP, Nihat Somer, Halil Somer, Lutfi Aksu, Nebi Katlav, Dikran Sayaca, Alî Tetik, Şirnex, Hezex
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de