18:10 22 Hezîran 2018
Sedat Peker

Medyayê hedef girt, Serokomar heqaret kir û Sedat Peker jî tehdîd kir

© Foto: Facebook
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hêzên dewleta tirk bi neheqî êrişî kurdan kir û çendek akademîsyenên aştîxwaz jî bi daxuyaniyekê rawestandina şer û pevçûnan xwest. Serokomarê Tirkiyayê gef li van akademîsyenan xwar û serokekî mafyaya tirk Sedat Peker jî cesaret hilda û got: ‘Em ê di xwîna we de serê xwe bişon.’

Stenbol – Ev bi qasî çend mehan e ku hêzên ewlehiya tirk li bajarên kurdan qetliyaman pêk tînin; jin, zarok, kal û pîran dikujin; sivîlan hedef digirin û nahêlin kuştî bên defnkirin.

Li ser van neheqiyan komeke akademîsyenan a bi navê “Destpêşxêriya Akademîsyenan a ji bo Aştiyê” daxuyaniyek belav kir û got: ‘Hêzên tirk qetliyaman pêk tînin. Bila demildest van êrişan rawestînin.’

Piştî daxuyaniyê medyaya tirk ev akademîsyen kirin hedef û duh Serokomarê Tirkiyayê ji van aştîxwazan re got “muswede”.

Serokekî mafyaya tirk Sedat Peker jî piştî lînçkirina medyatîk daxuyaniyeke qetliyamê belav kir û got: 'Em ê xwîna we birijînin û tê de serê xwe bişon.’

Hêjayî gotinê ye ku mafyaya tirk piştî hedefgirtina medyayî û lînçkirina fermî dest bi tehdîd û pêkanînan dike.

Bi heman mijarî:

Amerîka, li Tiflîsê çekên biyolojik çêdike
Gelê Kurdistanê eşyayên Tirkiyayê boykot dike
Dîmênê komkujê Siltanahmedê derket holê
Li Siltanahmedê qêrîna rêber, hejmara kuştiyan kêm kir
Noam Chomsky bersiv da vexwendina Erdogan
Kurdistan êrişên Tirkiyayê yên li dijî kurdan şermezar dike
Etîketan:
tehdîd û pêkanîn, lînçkirina fermî, hedefgirtina akademîsyenan, Destpêşxêriya Akademîsyenan a ji bo Aştiyê, bajarên kurdan, Akademîsyen, hêzên ewlehiya tirk, banga rawestandina şerê li bajarên kurdan, qetliyam, Sedat Peker, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de