02:22 18 Sibat 2018
Zindî
    Teqîna Siltanahmedê

    Li Siltanahmedê qêrîna rêber, hejmara kuştiyan kêm kir

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Teqîna duhî ya ku li Siltanahmêda Stenbolê pêk hat bi saya rêbera turîstan Sibel Şatiroglu hejmara kuştiyan kêm bû.

    Stenbol - Teqîna duhî ya ku li Siltanahmêda Stenbolê pêk hat bi saya rêbera turîstan Sibel Şatiroglu hejmara kuştiyan kêm bû. Şatiroglu berî teqînê dema komkuj ferq kir, bi zimanê almanî bang kir û got birevin.

    Di êrişa Siltanahmedê ya komkujî de 10 turîstan jiyana xwe ji dest dabûn. Rêbera gruba turîstan Sibel Şatiroglu berî teqînê komkuj ferq dike û bi zimanê almanî birevin‘Lauft Weg'û kire qerîn û bi vî awayî hejmara kuştiyan kêm bû. Rêber Şatiroglu jî ji lingê xwe birîndar bû.

    Ciwanekî rih modern û cilên nû lêbûn

    Li gorî nûçeya Hurriyetê, Şatiroglu di îfadeya xwe ya ewlehiyê de got, gruba min der dora 25 kesan bû û min derheqê Dikilitaş te agahî didan turîstan û ji nîşkekê ve dengê ‘tikekê' hat dema ez li pişt xwe zîvirîm min dît ku ciwanekî riheke modern û cilên nûjen li serê pîm kişand. Min jî bi dengekî bilind bi bang kir. Jixwe bombe di heman demê de teqiya.

    Beşeke grûbê dan û standin dikir

    Grûba ku bû hedefa komkuj 33 kes bûn û berî êrişê bi rojekê hatibû Stenbolê û hemû alman bûn. Dema ku grûb rastî êrişa komkujî hat beşek ji wan li dan û standinê bûn û vê jî hejmara kuştiyan kêm hişt.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Bîlançoya rojeva Tirkiyayê: Şer, pevçûn, înfaz, kuştin û teqîn...
    Li Siltanahmeda Stenbolê teqîn: 11 kuştî û 15 birîndar
    DAIŞ - 2 teqîn; Bi dehan kuştî û birîndar hene
    Li paytextê şer, êriş û teqîn: Herî kêm 34 kes hatin kuştin
    Li Amedê teqîn: 1 polês û 1 leşker hatin kuştin
    Etîketan:
    DAIŞ, Sibel Şatiroglu, Siltanahmed, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de