14:44 25 Sibat 2018
Zindî
    Teqîn

    Li bajarê Sine teqîn: 3 xanî hilweşiyan, kuştî û birîndar hene

    © Sputnik/ Irina Gerashchenko
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Li bajarê Sine yê Kurdistana Îranê di encama teqîna boriya xazê de kesek mir û yek jî birîndar bû.

    Navenda Nûçeyan — Li bajarê Sine yê Kurdistana Îranê di encama teqîna boriya xazê de kesek mir û yek jî birîndar bû.

    Duhî êvarê li bajarê Sine li taxa Îslam Abadê, boriya xazê teqiya ku di encamê de 3 xanî hilweşiyan.

    Li gorî medyaya Îranê, di bûyerê de her wiha kesek ji ber tirsa dilê wî sekinî û jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

    Hat gotin ku tîmên rizgarkirinê çûn cihê bûyerê û kesê birîndar gihandin nexweşxanê.

    Berpirsê navenda vemirandina agir ê Sine, Morteza Sineyî derheqê bûyerê de got, li wê taxa bajêr xaz ji boriyê derketiye lê tu kes pê nehesiyaye. Dema xaz hatiye bikaranîn, borî teqiyaye û ew bûyer qewimiye.

    Bi heman mijarî:

    Sine: 'Kana zêrê Kurdistanê' û çavkoriya aborî
    Li Sine û Ûrmiyê jiyan ji ber berfê rawestiya
    SINE - Rojnameya ‘Dengê Kurdistan' dest bi weşanê kir
    ÎRAN - Di heyama 3 salan de 111 zarokan xwe kuşt
    Zarîf: Îran, pêwendiya xwe ji Erebîstana Siûdî nabire
    Etîketan:
    Sine, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de