02:22 18 Sibat 2018
Zindî
    Keştî

    Amerîkayê lêborîn xwest û Îranê jî leşker serbest berdan (Hat nûkirin)

    © AP Photo/ ABD Donanması
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêvebirin Amerîkayê dane xuyakirin ku, Artêşa Îranê tevî du botên leşkerî 10 leşkerên wan binçav kirine û piştî ku Amerîkayê lêborîn xwest leşker serbest hatin berdan.

    Navenda Nûçeyan — Leşkerên Amerîkayê ku bi sedemeke teknîkî ketibûn sînorê Îranê, piştî lêborîna Amerîkayê serbest hatin berdan.

    Rêvebirin Amerîkayê dane xuyakirin ku, Artêşa Îranê tevî du botên leşkerî 10 leşkerên wan binçav kirine.

    ​Rayedarên Amerîkî diyar kirin, ku têkiliya bi du botên biçûk ên ji Qûweytê diçûn nava hêzên deryayî yên Amerîkayê li Bahreynê re qut bûye. Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zarîf li hevkarê xwe yê amerîkî John Kerry geriya ye û li ser deryavanan agahî daye û gotiye, ew ewle ne û ji bo karibin rêwîtiya xwe bidomînin, ew ê di demeke nêz de serbest werin berdan.

    ​Ajansa nûçeyan a nîvfermî ya Îrane Farsê ragihand ku Mihafizên Şoreşa Îranê, yek jê jin 9 kes kirine binçavan û diyar kir, ku ev kesên hatine binçavkirin ketine nava sînorê deryayî yê Îranê.

    Hê jî nayê zanîn dê dewleta Îranê çi demê leşkerên Amerîkayê serbest berde.

    Bi heman mijarî:

    ÎRAN - Di heyama 3 salan de 111 zarokan xwe kuşt
    Zarîf: Îran, pêwendiya xwe ji Erebîstana Siûdî nabire
    Îran bi ‘cezayê îdamê’ dengê kurdan dibire
    Îran êdî kurdan dişîne şerê li Sûriyeyê
    Îran bazirganiya bi Kurdistanê re asteng dike
    Etîketan:
    Leşkerên Amerîkayê, Mihafizên Şoreşa Îranê, Muhammed Cewad Zarîf, John Kerry, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de