02:12 18 Sibat 2018
Zindî
    Binçavkirin, operasyon

    Pêla operasyonên siyasî: 19 kes hatin binçavkirin

    © Foto: AA / Erhan Elaldı
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îro di pêla operasyonên siyasî de li Agirî, Îdir, Mersîn, Edene û Aydinê di serdegirtinên malan de 19 kes hatin binçavkirin.

    Binçavkirin
    © REUTERS/ Suzanne Plunkett
    venda Nûçeyan — Li navçeya Bazîda Agirî polêsan danê sibehê avêtin ser hin malên li taxên Ehmedê Xanî, Îshakpaşa û Koçkiran û 6 kes binçavkirin. Di serdegirtinan de Orhan Îssî, Fezîle Ozhan, Îsmet Tartiş, Nûrî Yildiz û 2 kesên navên wan nehat hînbûn hatin binçavkirin.

    Her wiha li navçeya Tozana Îdirê jî endamê Meclîsa Şaredariyê yê DBPê Mehmet Calayir di serdegirtina polêsan de li mala xwe hat binçavkirin.

    Li Mersînê, polêsan danê sibehê avetin ser malên xwendekarên Zanîngeha Mersînê û xwendekar kirin binçavan. Hat ragihandin ku navên 2 ji xwendekarên hatine binçavkirin Eren Can Aybek û Yilmaz Sûngûr in.

    Li navçeya Seyhana Edeneyê, polêsan li hemberî xwepêşandana li Kolana Çarşamba Pazari ya li Taxa Barbarosê de 3 kes binçavkirin. Û li navçeya Dîdîma Aydinê, di serdegirtinan de 7 kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku kesên hatine binçavkirin, ji ber ku tevî mîtînga aştiyê ya 20'ê Kanûnê bûne.

    Bi heman mijarî:

    Li Gimgimê 9 kes hatin binçavkirin
    Polês êrişî meşa aştiyê kir: 5 kes hatin binçavkirin
    Li Îzmîrê polêsan êrişî meşê kir: 35 jin hatin binçavkirin
    Bîlançoya operasyonên siyasî: 19 kes hatin binçavkirin
    Polêsan rûyên xwe veşartin û girtin ser HDPê! Hevserok hat binçavkirin
    Etîketan:
    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Yilmaz Sûngûr, Eren Can Aybek, Îsmet Tartiş, Fezîle Ozhan, Orhan Îssî, Edene, Mêrsîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de