07:51 18 Kanûn 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan tehdîd û heqaret kir: 'Ey rewşenbirên muswede, hûn tarî ne'

    © Foto: AA/Kayhan Ozer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan akademîsyênên banga aşitiyê tehdîd kirin û got: "Ey rewşenbirên muswede, hûn tarî ne. Pirsgirêkeke kurdan nîn e.'

    Enqere — Ji ber rewşa şer û pevçûnên li bajarên kurdan û qedexeya derketina derve, akademisyen ango mamosteyên zanîngehan li Tirkiyê û bajarên kurdan dest bi kampanyayekê kirin. Piştî ve kampanyayê medya nezî AKPê ew akademîsyen kirin hedef û ji bo wan got: "terorîst".

    Piştî vê hedefgirtina medyayê Serokomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan jî ji wan re got: 'Ey rewşenbirên muswede, hûn tarî ne.'

    Erdogan li Enqerê behsa akademîsyenên ji ber rewşa şer û pevçûnên li bajarên kurdan û qedexeya derketina derve kampanyayek pêk anîn kir.

    Erdogan akademîsyenên tev li kampanyayê bûne rexne kir û wiha got: 'Ey rewşenbirên muswede, hûn tarî ne. Hûn ne rewşenbîr in. Hûn bi qasî ku navnîşana herêma Rojhilata Başûr û Rojhilat nizanin, nezan û tarî ne. Lê em wan deran bi qasî navnîşana malên xwe dizanin."

    Pirsgirêkeke kurdan nîn e

    Erdogan anî ziman ku tu pirsgirêkeke Tirkiyeyê bi welatiyên kurd re nîn e û wiha domand: 'Li Tirkiyeyê pirsgirêkeke mîna 'pirsa kurdan' tuneye. Mîna her derê welatiyên me yên kurd jî dibe ku problemên wan ên bi xwe û yên ciyê ku lê dijîn hebin. Em dikarin bi wan re rûnin û wan probleman çareser bikin.'

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê bertek nîşanî Erdogan da
    Senatorê Rûsyayê: ‘Heyraniya Erdogan a ji bo Hîtler eşkere bû’
    Parlamenterê Almanya: Erdogan ji bo Tirkiye û gelên cîhanê xeter e
    Rojnamevanê elmanî: ‘Erdogan dîn bûye!'
    Serokê Partiya Keskan: Sîstema ku Erdogan dixwaze em jê re dibêjin dîktatorî
    Etîketan:
    terorîst, tehdîd, Recep Tayyip Erdogan, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de