05:35 12 Kanûn 2017
Zindî
    Osman Baydemir

    Baydemîr: Divê Yekîtiya Ewropa bi lezgînî bikeve dewrê

    © Foto: Cesim İlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamenterê HDPê yê Rihayê li Parlamentoya Ewropayê civîneke çapemeniyê li dar xist û got: ‘Dewleta tirk li Kurdistanê li dijî sivîlan, çekên dewletên Yekîtiya Ewropayê bi kar tîne.'

    Bruksel - Heyeta ji Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr û Parlamentera HDPê ya Amedê Feleknas Ûca, ji bo hin danûstandinan bike hat paytexta Belçika Brukselê.

    Li Parlamenta Ewropayê bi mijara ‘Şîdeta dewletê ya li Tirkiyeyê: Kurdên rastî êrîşê tên' a li ser zext û şîdeta dewleta tirk a li hemberî kurdan, civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Civîn ji aliyê GUE/NLG (Koma Çep a Ewropa) û Nûnertiya HDPê ya Ewropa ve hat organîzekirin.

    Seroka Koma Çep a Ewropayê Gabrîele Zîmmer di axaftina xwe ya li konferansa çapemeniyê de ragihand ku ji ber êrişên li hemberî sivîlan ên li herêmên kurdan ew bi endîşe ne.

    'GELÊ KURD BI KOMKUJIYEKE MEZIN RE RÛ BI RÛ YE'

    Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir jî da xuyakirin, ku gelê kurd bi komkujiyeke mezin re rû bi rû ye û da zanîn, ku di qedexeyên derketina derve yên li 7 bajar û navçeyan 56 caran hatin ragihandin de, ji pitikên 1,5 mehî heta extiyarên 86 salî bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dane, 56 cenaze bi hefteyan nikarin werin definkirin û navendên bajaran bi tank û topan hatine xerakirin.

    'ÇEKÊN JI YEKÎTIYA EWROPAYÊ TÊN BIKARANÎN'

    Baydemîr bal kişand ser bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî van komkujiyan û destnîşan kir ku ev bêdengî bi ti awayî li nirxên Yekîtiya Ewropayê nayê.

    Baydemîr got: ‘Çekên li wê derê tên bikaranîn, çekên ji welatên Yekîtiya Ewropayê ne. Pêwîste Parlamenta Ewropa û hikûmetên Yekîtiya Ewropayê, ji bo ev çek li hemberî sivîlan neyên bikaranîn, kontrol bikin. Di vî warî de Yekîtiya Ewropa xwedî derfeteke têrker a kontrolkirinê ye. Girîng e di vî warî de bi lezgînî bikeve nava tevgerê. Divê bang li hikûmeta Tirk bike. Ji bo sekinandina van komkujiya pêwîste bang bike. Pêwîste banga muzakereyê bike. Ev pirsgirêk bi şîdet û çekê çareser nabe. Gelê Kurd dixwaze li ser erdnîgariya xwe bi çand û zimanê xwe yanî bi statuya xwe bijî.'

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê Gundek kurdan bi destxist
    Li Qoserê êriş: Kuştî hene
    Li Riha û Mêrsînê operasyonên DAIŞê
    Li Gimgimê 9 kes hatin binçavkirin
    Demirtaş: ‘Em dê vê teqînê bişopînin'
    Etîketan:
    Komîsyona Mafên Mirovan a Parlementoya Ewropayê, Netewên Yekbûyî (NY), Feleknaz Ûca, osman baydemir, Bruksel
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de