22:43 12 Kanûn 2017
Zindî
    Duran Kalkan

    Kalkan: Em ê bibînin bê kî wê kê bîne ser çokan

    © Foto: Lêkolîn
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Duran Kalkan bû mêvanê bernameya MED NÛÇEyê û derbarê mijarên rojevê de nirxandinên xwe kirin.

    ‘AKPÊ BI ÊRÎŞA LI HEMBERÎ KOBANÊ RE DEST BI KONSEPTA ŞER KIR'

    Kalkan got: ‘Di Îlona 2014an de çi qewimî? Di 15ê Îlona 2014an de DAIŞê êrişî Kobanê kir. Plana têkbirinê re plana êrişî li hemberî Kobanê ya DAIŞê, planeke hevpar e. Gotina ‘vaye Kobanê li ber têkçûnê ye' ya Tayyîp Erdogan, li ser bingeha vê planê hatiye bilêvkirin. Eger DAIŞê karîbûya bi lez Kobanê têk bibira, di çarçoveya vê planê de wê bi lezgînî dest bi êrîşê bikira. Ji ber ku ev pêk nehat, plan birin civîna MGK a 30ê Cotmehê û pêvajo heta hilbijartinê dirêj bû.'

    KÎ DAIŞÊ BI RÊ VE DIBE'

    Wê demê DAIŞ kî ye? Kî DAIŞê bi rê ve dibe. Gelo bi rastî jî Ebû Bekîr Bagdadî bi rê ve dibe? Navê wî tê bilêvkirin, lê ew li holê nîne. Rêveberî DAIŞ'ê li holê nîne. Mesela rêveberekî El Qaîde hebû, rêveberekî Talîbanê hebû. Li holê rêveberekî DAIŞê nîne, lê xuya ye Tayyîp Erdogan ji her kesî bêhtir bi DAIŞ'ê re têkildar e."

    EM Ê BIBÎNIN BÊ KÎ WÊ KÊ BÎNE SER ÇOKAN

    Kalkan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser vê plana têkbirinê û got, "Plana anîna ser çokan bû. Em ê bibînin bê kî wê kê bîne ser çokan. Qaşo wê lingên PKK'ê bişikên, bê ser çokan û piştre jî çi bixwazin wê bike! Li Farqînê li ser dîwaran nivîsandibûn; ‘Eger tu Tirk be pesnê xwe bide, eger tu ne Tirk be serî bitewîne' yanî bê ser çokan. Yên ew nivîsandin li gorî vê planê tevgeriyan. Haya wan ji vê planê heye û propaganda wê dikin. Ev plan ji Îlona 2014'an û vir ve di meriyetê de ye, lê li pêşberî berxwedanê parçe parçe bûye. Ev plan li Kobanê têk çû, di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de têk çû. Ji nû ve zemînek afirandin û di 24'ê Tîrmehê de careke din xistin meriyetê."

    AKP WÊ TÊK BIÇE

    Kalkan ji bo rewşa heyî ya AKP tê de jî ev nirxandin kir: "AKP gelekî qels e. Ez vê yekê îdîa dikim: AKP wê têk biçe. Eger karibe 7'ê Hezîranê bibîne wê nikaribe 1'ê Mijdarê bibîne! Ji vir dibêjim. Lewma AKP di 1'ê Mijdarê de bû hikûmet, lê nebû desthilatdar. Wê nikaribe bibe desthilatdar. Berxwedana demokratîk wê li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn AKP'ê têk bibe, hilweşîne. Bila her kes bi vê zanibe. Yên ewqas hêzê didin AKP'ê bila hesabên xwe rast bikin."

    DIVÊ MIROV JI VÊ SÎSTEMÊ XWE QUT BIKIN

    Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Dûran Kalkan dawiyê de wiha got:!Divê her kesên li Kurdistanê dijîn, cihêrengiya partî û îdeolojîk a navbera xwe deynin aliyekî û cihê xwe di nava vê berxwedanê de bigire. Civaka Tirkiyeyê û hêzên demokratîk, bi taybetî Kurdên bar kirine Tirkiyeyê pêwîste bi berxwedanê re bibin yek. Ji gelek aliyan ve dikarin tevkariyê bikin. Mînak; hînê hinek dibêjin 'em zarokên xwe bişînin dibistanan'. Dibistana çi halê çi! Derketiye holê ku ew dibistan çi ne. Bila zarokên xwe neşînin wan dibistanan, nehêlin ku mejiyê wan ê paqij bê jehrîkirin.'
    Pêwîste mirov xwe ji vê sîstemê qut bikin. Ez nabêjim em ji ivaka Tirkiyeyê qut bibin, cihê bibin. Lê belê divê ji sîstma faşîst, mêtînger û qirkirinê mirov qut bibin. Girîng e Kurd vê bidin destpêkirin. Ne tenê Kurd, kedkarên gelê Tirkiyeyê, jin û ciwan hemû qut bibin. Ev dewlet ne dewleta civakê ye. Dewlet cuda ye, civaka demokratîk cuda ye. Divê civak xwe bi xwe bi rêxistin bike û hebûna xwe biparêze."

    AKP TÊK ÇÛYE

    Kalkan da xuyakirin ku AKP têk çûye, plana xwe ya têkbirinê winda kiriğye û got, "Lingekî AKP'ê di çalê de ye, yê din jî kêm maye bikevê. Berxwedanê, plana AKP'ê ya anîna ser çokê serûbin kiriye û pêvajo veguherandiye pêvajoya têkçûna AKP'ê. Bila ti kes malên xwe, kolanên xwe neterikînin. Divê ti kes Kurdistanê neterikîne. Mayîna di nava têkoşînê de sekin û helwesta azadîparêz, bi rûmet û welatparêziyê ye.

    Bi heman mijarî:

    KCK: ‘Kêr êdî gihiştiye hestî, divê her kes rabe ser piya'
    KCK: ‘Heta ku Kurdistan azad nebe, komkujî dawî nabe'
    KCK: 'Berpirsên van polîtîkayên qetlîamê wê nêz an dereng bên cezakirin'
    KCK: ‘Ji ber îflasa polîtîkaya li Sûriyeyê Erdogan mase qeliband'
    KCK: ‘Dewleta tirk dixwaze kurdan ji holê rake'
    KCK: ‘Divê hêzên leşkerî yên tirk ji Başûrê Kurdistanê bên derxistin'
    KCK: ‘Ev êriş û polîtîkayên koçberkirinê qirkirina çandinî û tehcîr e'
    Etîketan:
    AKP, PKK, Duran Kalkan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de