23:19 24 Hezîran 2018
operasyon - qedexe - êriş - teqîn - şer

Li Qoserê êriş: Kuştî hene

AA/ Kaan Bozdoğan
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li taxa Turgut Ozal a Qoserê tîmên taybet wesayîtek dan ber guleyan û 2 kesên di wesayîtê de bûn hatin înfazkirin.

Mêrdîn - Ajansa Nûçeyan Dicleyê ragihand ku li taxa Turgut Ozal ya Qosera Mêrdînê kite kitên înfazkirina 2 kesan hêdî hêdî derdikeve holê. Li gorî îfadeyên kesên bûyer dîtin tîmên taybet di nav maşîneyêke zirxî de wesayîteke ku tê de 2 kes hebûn da ber guleyan.

Hat ragihandn ku di wesayîtê de her du kesên nasnameya wan nediyar jiyana xwe ji dest dan û hat dîtin ku di ser wesayîtê de bi dehan rêçên guleyan heye.

Piştî li cihê bûyerê lêkolîn hat kirin cenazeyê 2 kesan bi ambûlansê ve rakirin nexweşxaneyê.

Bi heman mijarî:

Li Gimgimê 9 kes hatin binçavkirin
3 ciwanên înfazkirî hatin oxirkirin
Demirtaş: ‘Em dê vê teqînê bişopînin'
Gelê Botanê 12 kesên ku dewletê kuştin oxir kirin
Etîketan:
Qoser, Mêrdîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de