23:50 13 Kanûn 2017
Zindî
    Operasyon

    Li Riha û Mêrsînê operasyonên DAIŞê

    © Foto: AA/ Evren Atalay
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Riha û Mêrsînê di operasyona serdegirtina hinek malan de bi îdiaya endamtiya DAIŞê 31 kes hatin binçavkirin.

    Navenda Nûçeyan — Li Rihayê di operasyona dijî endamên DAIŞê de 22 sûriyeyî hatin binçavkirin. Tîmên Şaxa Dijterorê yên Miduriyeta Rihayê li çend taxên bajêr li dijî rêxistina terorîst ya DAIŞê operasyon pêk anî.

    Lêpirsîna wan dest pê kir

    Polêsên Miduriyeta Ewlehî ya Rihayê li çend navnîşanên ku perwerdehiyê lê tê dîtin operasyon kir û di encama operasyonan de 22 şikberên enedamên DAIŞê hatin binçavkirin. Şikberên ku ji kontrola tendirustî derbas bûn ketin lêpirsînê.

    Li 3 navçeyên Mêrsînê operasyon

    Her wiha Tîmên Şaxa Dijterorê yên Miduriyeta Mêrsînê li navçeyên Tarsus, Silifke û Anamûrê li ser çend navnîşanan operasyon pêk anî. Di operasyonan de 3 jê sûriyeyî 9 kes hatin binçavkirin û di lêgerîna navnîşanan de gelek dokumentên rêxistinî hatin girtin. Şikberên ku piştî lêpirsînê derketin dadgehê G.D, M.K, û A.S hatin girtin û yên din jî serbest hatin berdan. Her wiha 3 sûriyeyî jî ji bo werin sînorkirin şandin Miduriyeta Rêvebiriya Koçber yê bajêr.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ, bi van peyvan Stenbol tehdîd kiribû
    DAIŞ - 2 teqîn; Bi dehan kuştî û birîndar hene
    DAIŞ û El Qaîde hev bihêz dikin
    DAIŞ, moşekên ku bikaribe balafiran bixîne çêdike
    Rûsya: ‘Îhtîmaleke mezin DAIŞ çekên kîmyewî bi kar tîne
    Etîketan:
    Tîmên Şaxa Dijterorê yên Miduriyeta Rihayê, Tîmên Şaxa Dijterorê yên Miduriyeta Mêrsînê, DAIŞ, Mêrsîn, Riha, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de