05:26 12 Kanûn 2017
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞ, bi van peyvan Stenbol tehdîd kiribû

    © Foto: pukmedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    DAIŞê di kovara Konstantiniyye ya hejmara berfenbarê de bi eşkere Tirkiyeyê tehdîd kiribû.

    Stenbol — DAIŞê di kovara Konstantiniyye ya hejmara berfenbarê de bi eşkere Tirkiyeyê tehdîd kiribû û gotibû em ê Stenbolê fetih bikin û rêvebiriya şerîetê lê ava bikin.

    Rêxistina terorîst DAIŞê berî teqîna komkujî ya Siltanahmeda Stenbolê mehek berê îşareta êrişê dabû. DAIŞ ji bo ku bikaribe xwe bighîne gelek kesan propaxandeya medya civakî gelekî baş bi kar tîne û di kovara xwe ya bi navê Konstantiniyye ya meha berfenbarê de bi awayekî eşkere Tirkiyeyê tehdîd kiribû.

    Tirkiye nêzî me ye û dibe zirarê bibine

    DAIŞê di kovara xwe ya hejmara berfenbarê de gotibû, tu qewmê ku li hemberî DAIŞê şer bike îflah nebûye û nabe jî. Em dixwazin vê bêjin ji bo ku Tirkiye nêz û cîranê me ye dibe ji vî şerî gelek zirarê bibine. Li hemberî qenciyê,qencî û li hemberî zilmê jî zilm. Tirkiye baregehên xwe ji hêza hevpeyman re vedike koçberan heps dike û wan vedigerîne welatê wan tu sûc bê ceza namîne.

    Em ê Stenbolê fetih bikin

    Di berdewamiya gotarê de tê gotin ku hûn hetanî bixwazin kedê bidin, bi izna Xweda em ê Stenbolê bi tekbîran fetih bikin. Hezar û 400 sal berê Pêxember ev mizgînî daye. Em ê dawiyê li zilmê, kufrê û li demokrasiye bînin û Stenbolê bi şerîetê birêve bibin.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ - 2 teqîn; Bi dehan kuştî û birîndar hene
    DAIŞ û El Qaîde hev bihêz dikin
    Rûsya: ‘Îhtîmaleke mezin DAIŞ çekên kîmyewî bi kar tîne
    REQA - Balafirên Fransayê DAIŞ bombe kirin
    Talebanî: 'DAIŞ ne tenê encameke ewlehiyê ye, derencameke siyasî ye jî'
    Etîketan:
    DAIŞ, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de