13:05 21 Hezîran 2018
Ahmet Turk û Aysel Tugluk

Di doza girtina DTPê de Tirkiye hate mehkûmkirin

© Foto : Bianet
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 12

Derbarê doza girtina DTPê de DMMEê biryara xwe da û Tirkiyeyê mekûm kir.

Navenda Nûçeyan — Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) biryar da ku hikûmeta tirk bi girtina DTPê de 11 xalên Hevpeymana Mafên Mirovan a Ewropa ya ku mafên rêxistinbûyina azad garantî dike binpê kiriye û bi yekîtiya dengan tirkiyeyê mehkûm kir.

DMME di doza di şexsê Hevserokên DTPê ya hat girtin Ahmet Turk û Aysel Tugluk de hikûm da ku dewleta tirk 74 hezar 500 Euro tazmînata madî û manewî bide.

DMME di biryara xwe de bal kişand ku derbarê girtina DTPê ji hin parlamenter û hevserokan re dewleta tirk qedexeya siyasî xistiye meriyetê.

DMME sedema biryara Dadgeha Makezagonê ya girtina DTPê rexne kir û wiha got: ‘Ev biryarana nikarin bibin sedema girtina partiyan.'

Bi heman mijarî:

Ahmet Turk: ‘Di nav partiya me de nêrînên dijber tune ye'
Parêzerê tirk: ‘CNN TURK û Ahmet Hakan Elçi kirin hedef'
Ahmet Turk: ‘Dewlet dixwaze gel terbiye bike'
Ahmet Turk: Kurd nebin aştî nayê Rojhilata Navîn
Etîketan:
DMME, Ahmet Turk, Aysel Tugluk, Tirkiya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de