00:36 13 Kanûn 2017
Zindî
    Sidqî Zîlan

    Sidqî Zîlan: 'Gelê kurd bi hêvîyên xwe heye!'

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Hereketa Azadiyê Sidqî Zîlan li ser rewşa dawîn a gelê kurd got: ‘Gelê kurd bi hêviyên xwe heye. Her kes divê bi van hêviyan li ser başî û rastiyê înîsiyatifê bigire û paşê înşellah meselaya kurdan wê bi riyên aştiyane çareser bibe.’

    Omer Faruk Baran

    Amed – Li bajarên kurdan şer û pevçûnên di navbera hêzên kurd û hêzên dewleta tirk de dewam dikin. Şeş partiyên kurdistanî, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), PDK-Bakur (Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur), Partiya Kurdistanî (PAKURD), Hereketa Azadî û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) dê di meha Sibatê de li Amedê konferanseke du rojî li dar bixin û ji bo çareserkirina meseleya kurdan a bi rêyên aştiyanê encamekê ragihînin.

    Serokê Hereketa Azadiyê Sidqî Zîlan, li ser xebatên ku şeş partî dimeşînin û rewşa dawîn a bajarên kurdan ji Sputnik Kurdistanê re axivî. Zîlan got: ‘Di serî de ez bibêjim ku em ne li hemberî PKKê ne, mesele ne ev e jî. Di meselaya ‘’şîdet’’ê de em hinekî cuda difikirin. Ji zû ve ye plana me heye ku em bi rayedarên PKKê re hevdîtinekê li dar bixin. Înşellah di demeke nêz de wekî nûneren şeş partiyên Kurdistanê em dê herin bi wan re û bi rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê re jî xeber bidin. Em birayê hev in, divê em hev û din fehm bikin, hev îqna bikin.’

    Sidqî Zîlan destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî gel riyên aştiyane dixwaze û got: ‘Di meselaya azadiya Kurdistanê de her kurd alîgir e. Ji ber ku gelê kurd dixwaze ev meseleya kurdan bi riyên aştiyane çareser be, partiyên kurdan divê pêşengiya vî karî bikin. Em vê berpirsiyariyê dizanin û li gorî vê berpirsiyariyê me bernameye daye pêş xwe.’

    PKK
    © Sputnik/ Cesîm îlhan
    Ji bo çareseriya bi riyên aştiyane Sidqî Zîlan bal kişand ser rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê û got: ‘Giraniya hikumeta Herêma Kurdistanê him li bakurê Kurdistanê him li Tirkiyeyê, him jî li seranserê cîhanê heye. Eger Tirkiye û PKK qebûl bikin, di çareserkina meseleya kurdan a li bakurê Kurdistanê de bi taybetî birêz Mesûd Barzanî dikare roleke girîng bilîze.’

    Li ser pirsa ‘ji bo çareseriya bi riyên aştiyane hêvî û omitên we hene?’ jî Zîlan wiha got: ‘Ji ber şer û pevçûnan li Tirkîye û Kurdistanê zemînê siyasetê hinekî teng bûye; lêbelê kurd bi hêviyên xwe hene. Her kes divê bi van hêviyan li ser başî û rastiyê înîsiyatîfê bigire û paşê înşellah meselaya kurdan dê bi riyên aştiyane çareser bibe.’

    Bi heman mijarî:

    PKKê ji bo Beyaz Showê daxuyanî da!
    Naveroka civîna YNK û PDKê eşkere bû
    Ûkraynayê, çav berda alîkariya leşkerî ya Amerîkayê
    Ketin-derketina Şirnexê heya demeke nediyar hat qedexekirin
    Piştî pelçiqandina kalemêrekî, li Geverê pevçûnên dijwar
    Su-25 Balafira êriş û îzolasyona hewayî
    Etîketan:
    li ser başî û rastiyê înîsiyatîf, zemînê siyasetê, hêvî û omit, çareseriya digel riyên aştiyane, Hereketa Azadiyê, Sidqî Zîlan, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de