14:58 12 Kanûn 2017
Zindî
    Botanê 12 canên ku ‘serî netewand’ spart axê

    Gelê Botanê 12 kesên ku dewletê kuştin oxir kirin

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Şirnexê girseya cenazeyên 12 ku di êrişên hêzên dewletê de hatinekuştin, ji hêla welatiyan ve hat girtin, bi diruşman hatin oxirkirin.

    Şirnex - Cenazeyên 12 welatiyên ku di êrişên hêzên dewletê de hatin qetilkirin ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û depoya hewayê sar a Şaredariya Şirnexê hatin girtin.

    Girseya li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê darbest girtin ser milê xwe, ber bi Goristana Naralo ve dest bi meşê kirin.

    Cenazeyên Endama Meclîsa DBPê Sêvê Demîr, endama KJA Fatma Ûyar, Hevseroka Meclîsa Gelê Silopiyayê Pakîze Nayir, Çetîn Taşar, Cebraîl Mûngan, Mehmet Tangût, Osman Telkîn, Mûrat Egul, M. Şukru Coşkûn, Mûrat Ekîncî, Ahmet Zirig û Hakan Şengul ên di êrişên hêzên dewleta tirk ên li Cizîr, Silopiya û navenda Şirnexê de hatin qetilkirin, li Şirnexê bi merasîma tevlîbûna deh hezaran ve li Goristana Naralo hatin defnkirin.

    Parlamenterên HDPê Leyla Bîrlîk, Mahmût Togrul, Muslum Dogan û Mehmet Emin Adiyaman jî tevlî merasîmê bûn, ji ber dorpêça li ser Şirnexê merasîmê piştî saetan destpê kir.

    Di meşê de girse bê navber sloganên ‘Şehîd namirin', ‘Bijî Serok Apo' û ‘PKK gel e gel livir e' avêtin.

    Piştî meşa hat lidarxistin gelê Botanê 12 canên xwe oxir kirin.

    Botan ‘Baş eğmeyen’ 12 canını toprağa verdi:::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::Özyö…

    Posted by Kenan Sîno Hecer on 12 Ocak 2016 Salı

    Bi heman mijarî:

    3 ciwanên înfazkirî hatin oxirkirin
    Li Gimgimê 9 kes hatin binçavkirin
    Piştî pelçiqandina kalemêrekî, li Geverê pevçûnên dijwar
    Walîtî li kolanekê ji bo 2 saetan qedexe rakir
    Li Cizîrê Pevçûn: polêsek hat kuştin û 3 jî birîndar in
    Etîketan:
    DBP, HDP, Mehmet Tangût, Şukru Coşkun, Murat Ekinci, Ahmet Zirig, hakan Şengul, Sêvê Demir, Pakize Nayir, Fatma Uyar, Botan, Şirnex
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de