23:19 24 Hezîran 2018
Şer - pevçûn - operasyon - çalakî - gever - wesayît

Piştî pelçiqandina kalemêrekî, li Geverê pevçûnên dijwar

© Foto: Yüksekova Haber
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Li Geverê piştî kuştina welatiyê bi navê Hasan Han, polês nav kolanan gulebaran kir û di encama bersivdayîna hêzên YPSê li navenda navçeyê pevçûn derket.

Gever - Li navçeya Gever a Colemêrgê, piştî ku wesayîta polêsan a TOMA li welatiyê bi navê Hasan Han qelibî û ew qetil kir, êrişên polêsan a li hemberî gel jî berdewam dike.

Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ragihand ku polêsên ku li serê Kolana Eczaxaneyan bicih bûn, nav kolanan bêserûber gulebaran kirin.

Piştî ku hêzên parastina cewherî jî bersiv da êrişan, li navenda navçeyê pevçûn derket. Di heman demê de Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) jî li Xaçerêya Girtîgeha Kevn barîkatan danî û dest bi berxwedanê kir. Gelek wesayîtên zirxî jî sewqî navenda navçeyê hate kirin.

Bi heman mijarî:

Li Gimgimê 9 kes hatin binçavkirin
3 ciwanên înfazkirî hatin oxirkirin
Walîtî li kolanekê ji bo 2 saetan qedexe rakir
Polêsan bi ser mala parlamenterên HDPê de girt
Li Cizîrê Pevçûn: polêsek hat kuştin û 3 jî birîndar in
Biratî bi TOMAyê hate pelçiqandin!
Etîketan:
Gever
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de