14:23 11 Kanûn 2017
Zindî
    Binçavkirin

    Li Gimgimê 9 kes hatin binçavkirin

    © REUTERS/ Suzanne Plunkett
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Gimgimê polêsên ku di ser Mala Piştgiriya Perwerdehiyê û DBPê de girtin, di nav de Hevserokê navçeyê yê DBPê Murat Yildiz û nûçegihanê DÎHAyê Murat Aydin jî heyî bi giştî 9 kesan binçav kirin.

    Mûş - Li navçeya Gimgima Mûşê polêsên ku danê nîvro di ser avahiya DBP û Mala Piştgiriya Perwerdehiyê de girtin, piştî çend saetan dawî li lêgerîna xwe anîn.

    Piştî lêgerînê, Hevserokê navçeyê yê DBPê Mahîr Yilmaz, Hevserokê kevn ê navçeyê Gulbahar Kaya, endama meclisa şaredariyê Ayten Coşkun, rêveberên DBPê Fevziye Erdemirci û Gursel Taş, endamê Meclisa Giştî ya Bajêr Metin Aydogdu, xebatkara Navenda Çand û Hunerê ya Mordem a paşnavê wê nehat zanîn Zeynel û welatiyê bi navê Şerafettin Ozturk ji aliyê polêsan ve hatin binçavkirin.

    Di dema binçavkirinan de nûçegihanê DÎHAyê Murat Aydın ê nûçeya binçavkirinan dişopand jî bêhincet hat binçavkirin.

    Her wiha di serdegirtinê de gelek pirtûk û evrak jî ji aliyê polêsan ve hatin desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Polês êrişî meşa aştiyê kir: 5 kes hatin binçavkirin
    Li Îzmîrê polêsan êrişî meşê kir: 35 jin hatin binçavkirin
    Bîlançoya operasyonên siyasî: 19 kes hatin binçavkirin
    Polêsan rûyên xwe veşartin û girtin ser HDPê! Hevserok hat binçavkirin
    Li Burdur û Mersînê 10 kes hatin binçavkirin
    Nûçegihana JÎNHAyê Rojda Oguz hat binçavkirin
    Etîketan:
    Navenda Çand û Hunerê ya Mordem, DBP, Şerafettin Ozturk, Metin Aydogdu, Gursel Taş, Fevziye Erdemirci, Ayten Coşkun, Gulbahar Kaya, Mahir Yilmaz, Mûş, Gimgim
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de