14:54 12 Kanûn 2017
Zindî
    şer û pevçûn

    Akademîsyena banga rawestandina şer kir, SBPê jî lêkolîn da dest pêkirin

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Bi hînceta şer û pevçûnên li bajarên kurdan û qedexeya derketina ji malan bê rakirin, akademîsyenên zanîngehan, banga rawestandina şer kir û Saziya Bilind a Perwerdehiyê jî lêkolîn da dest pêkirin.

    Stenbol — Ji ber şer û pevçûnên li bajarên kurdan û kuştina sivîlan, demên dawî de gelek saziyên sivîl li giştiyê Tirkiyayê bangewaziya rawestandina şer dikin. Hewiha akademisyenan jî ji bo şer were rawestandin kampanyeya îmzeyan dane destpêkirin. Bi vê mebestê akademîsyenan li Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xistin û hinceta çalakiya xwe ji raya giştî re ragihandin.

    Di nava akademisyenên ku îmze dane de bi dehan kesên li zanîngehên Ewropa û Emerîkayê kar dikin jî hene. Noam Chomsky û Slavoj Zizek du akademîsyenên Vardar jî hene. Hejmara kesên îmze dane gihiştîye nêzîkî 1200 kesan. Akademisyen dê rojên pêş di çarçoveya heman mijarê de hevdîtinan li gel derdorên siyasî û civakî pêk bînin.

    Ji aliyê din ve bi sedema îmze komkirin û bankirina akademîsyenan Saziya Bilind ya Perwerdehiyê (SBP jî derbarê kesên ku îmze dane û tevlî bangê bûne derheqê wan de lêkolîn da dest pêkirin.

    Hewldana akademisyenan ya ji bo Aştiyê di sala 2012an de hatiye ava kirin. Ji wê salê û vir ve derbarê pirsgirêkên Tirkiyê de gelek caran daxuyanî dane û çalakiyên îmzeyan li dar xistine

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Biratî bi TOMAyê hate pelçiqandin!
    Polêsan bi ser mala parlamenterên HDPê de girt
    Raporên otopsiyê nadin malbatan
    Li Cizîrê Pevçûn: polêsek hat kuştin û 3 jî birîndar in
    Li Edene û Mêrsînê jî elewiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
    Li Wanê êrişa polêsan: Parlementerê HDPê birîndar bû!
    Etîketan:
    rawestandina şer, Pevçûn, Şer, Stenbol, zanîngeh, Akademîsyenên Zanîngehan, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de