08:30 13 Kanûn 2017
Zindî
    Komkujiya Enqerê-Kesên jiyana xwe ji dest dane tên oxirkirin

    3 ciwanên înfazkirî hatin oxirkirin

    © Foto: Facook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Ciwanên bi navê Fuat Akdemîr, Şaban Gunay û Ahmet Ozer ên ku li Wanê hatin înfazkirin, ji aliyê deh hezaran welatiyan ve bi dirûşman hatin oxirkirin.

    Fuat Akdemir

    Ciwanê bi navê Fuat Akdemir (Gernas Aras) ê li navçeya Artemêta Wanê bi 11 hevalên xwe re ji aliyê tîmên taybet ve hat înfazkirin, li Goristana Yenikoyê ya Amedê bi beşdariya hezaran welatiyan ve hat oxirkirin.

    Cenazeyê Akdemir ji cihê şûştinê ya goristanê ji aliyê hezaran welatiyan ve hat girtin û di merasîme de wêneyên Akdemîr ji aliyê welatiyan ve hat vekirin. Di merasîmê de dirûşmên ‘Tola şehîdên me wê bê girtin' û ‘Ey şehîd xwîna te li erde namîne' hatin berzkirin. Ligel bi hezaran welatiyan, karkerên şaredariyê, endamên HDP û DBPê û nûnerên MEYA-DERê beşdarî merasîmê bûn.

    Şaban Gunay

    Cenazeyê Şaban Gunay (Serhet Begrewan) ê ku di heman cihî de hat înfazkirin jî li goristana taxa Yenîmahalle ya Wanê ji aliyê ji aliyê deh hezaran kesan ve hat definkirin. 

    Cenazeyê Gunay piştî karên otopsiyê ya li Edlî Tipa Malatyayê ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û welatiyan cenaze bi konvoyek anîn mizgefta Mehmet Reşît Dede ya li taxa AltinTepeyê. Piştî vecîbeyên olî ciwanan cenazeyê Gunay hilgirtin ser milan û heya goristanê bi dirûşmên ‘Şehîd namirin' û ‘Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan' cenazeyê Gunay birin.

    Di merasîmê de posterê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji aliyê welatiyan ve hat vekirin û di merasîmê de li hember komkujiyan hêrsek mezin hebû. Di merasîmê de dayîka Gunay, Sadet Gunay jî bi kefiya xwe ya kesk, sor û zer li ser goristana kurê xwe şîn girê da.

    Ahmet Ozer

    Her wiha ciwanê bi navê Ahmet Ozer jî li navçeya Kolika Semsûrê ji aliyê malbata xwe ve li goristana navçeyê hat definkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Cizîrê Pevçûn: polêsek hat kuştin û 3 jî birîndar in
    Polêsan bi ser mala parlamenterên HDPê de girt
    Walîtî li kolanekê ji bo 2 saetan qedexe rakir
    Li Xîzanê mirina bi guman a keçekê
    Sekreteryaya Ocalan di bin tecrîdeke mezin de ne
    Nasnameyên 2 şervanên YPGê diyar bûn
    Etîketan:
    DBP, HDP, Ahmet Ozer, Şaban Gunay, Fuat Akdemir, Sêmsûr, Wan, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de