02:25 24 Hezîran 2018
Îdam

Kuweytê, bi tometa casûstiya îranê cezayê îdamê da du kesan

© Foto : Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Kuweytê bi îdiaya ku casûstiya Hizbullah û Îranê dikin yek jê îranî cezayê îdamê ji du kesan re birî.

Navenda Nûçeyan — Li Kuweytê bi îdiaya ku casûstiya Hizbullah û Îranê dikin yek jê îranî cezayê îdamê ji du kesan re birî. Biryar piştî îdama 47 kesên ku li Erebîstana Siûdî hatibûn îdam kirin hat standin û ev dê li herêmê gengeşiyê zêde bike.

Grûba şie ku bi tometa çek bi wan re hatiye dîtin û plana êrişên komkujî dikirin, dadgeha Kuweytê ji vê grûbê û ji Abdulreda Heyder re ceza birî. Dadgehê Kuweytê bi Heyder re cezayê îdamê ji kuweytiyekî re jî birî û her wiha ji 19 kesî re jî di nava 5 û 15 salan de cezayê girtîgehê birî û 3 kesan jî beraat kir.

Li welatê kendavê êrişa ser şieyan zêde dibe

23 şikberên ku doza wan di 23ê Îlonê de dest pê kir, şikberan di îfadeyên xwe de gotin ji ber îşkenceya zêde me sûc qebûl kirin, em van sûcan qebûl nakin û em masum in.

Nifusa Kuweytê ji 1/3an şie ye û ev biryara îdamê bû sedema nerazîbûnê. Erebîstana Siûdî jî di 1ê Rêbendanê de ku rêberê şie Ayetullah Nemir Baqir el Nemir jî di nav de 47 kes îdam kiribûn û ev bibû sedema gengeşiyên mezin li herêma rojhilata navîn.

 

 

Bi heman mijarî:

Komeleya Kurd: Îran rojane 7 kesan îdam dike
MÛSİL - DAIŞê 837 jin îdam kir!
Organfiroşên DAIŞê 12 doktorên xwe îdam kirin
DAIŞê li Enbarê 5 kes îdam kirin
Dadweriya Îranê bi wekaletnameyên sexte mehkûman îdam dike
Etîketan:
Dadgeha Kuweytê, Abdulreda Heyder, Kuweyt
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de