15:10 23 Hezîran 2018
derketina derve qedexekirina derve Nisêbîn

Walîtî li kolanekê ji bo 2 saetan qedexe rakir

© Foto : DİHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Walîtiya Amedê da xuyand ku tenê li Sikaka Çîftehan a Sûrê ji bo 2 saetan qedexe hatiye rakirin, lê artêşa tirk nehişt ku heyet cenazeyan hilgire.

Amed - Walîtiya Amedê daxuyand ku li Sûrê ku 42 roj in rewşa awarte di meriyetê de ye, li kolanekê qedexe ji bo 2 saetan hatiye rakirin. Di daxuyaniya walîtiyê de hate diyar kirin ku li Kolana Çîftehan a Taxa Dabanogluyê, saet di navbera 14.30-16.30an de ji bo 2 saetan qedexe hatiye rakirin.

Ji hêla din ve hat ragihandin ku piştî ji bo 2 saetan li kolanê qedexe hat rakirin, nûnerê ÎHD, HDP, MAZLUM-DER û DBPê çûn navçeya Sûrê ku cenazeyan hilgirin.

Lêbelê nûçegîhanê Sputnik Kurdistanê ragihand ku ev hewldana nûneran ji hêla artêşa tirk ve hatiye astengkirin û li kolanê dîsa pevçûn dest pê kiriye û ji ber vê heyta ku çû navçeya Sûrê vegeriyaye.

Hat gotin ku li kolanê herî kêm 4 cenaze li erdê ne û ji hêla hêzên dewletê ve hatine qetilkirin.

Bi heman mijarî:

Polêsan bi ser mala parlamenterên HDPê de girt
Raporên otopsiyê nadin malbatan
Li oteleke Maltepeyê şewat: 25 kes hatin xelaskirin
Li Cizîrê Pevçûn: polêsek hat kuştin û 3 jî birîndar in
Li Xîzanê mirina bi guman a keçekê
Etîketan:
Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de