10:23 13 Kanûn 2017
Zindî
    Şewat

    Li oteleke Maltepeyê şewat: 25 kes hatin xelaskirin

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li oteleke navçeya Maltepaya Stenbolê ji ber mekîneya qeynaxê agir derket. 25 kesên ku di otele de dorpêçkirî mabûn hatin xelaskirin.

    Navenda Nûçeyan — Li oteleke navçeya Maletepe ya Stenbolê ji ber çirûksên mekîneya qeynaxê agir derket. Di avahiyê de gelek karker girtî man.

    ​Şaredarê Maltepeyê Ali Kiliç ragihand ku, şewat ji ber çirûskên mekîneya qeynaxê derketiye.

    ​Her wiha li gorî şahidên bûyerê berî şewatê teqînêk çêbû û duman hate dîtin.

    Şaredarê Maltepeyê Ali Kiliç di hisabê xwe yê Twiterê de ragihand ku, karkerên ku di avahiyê de girtî mabûn hatin xelaskirin.

    ​Ji aliyê din ve rojnamevan Erhan Ozturk destnîşan kir ku derdora 15 karkeran ji ber dumana agir bi jahriyê ketin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li kampa kurdên Rojava şewat: 3 kes mirin û yek birîndar e
    Li Erebistanê agir bi nexweşxaneyê ket: 25 mirî
    Agir bi nexweşxaneyê ket: 23 mirî û 20 birîndar
    Li paytextê agir derket!
    Li Amedê agir bi avahiyekê ket: 6 zarok mirin û 3 jî birîndar in
    Etîketan:
    Ali Kiliç, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de