22:56 12 Kanûn 2017
Zindî
    Cizîr

    Li Cizîrê Pevçûn: polêsek hat kuştin û 3 jî birîndar in

    © Foto: Bestanûçe
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Cizîra Şirnexê di navbera polêsên Artêşa Tirkiyeyê û Yekîneyên Parastina sivîlan de şer derket.

    Navenda Nûçeyan — Li navçeya Cizîra Şirnexê di navbera polêsên Artêşa Tirkiyeyê û Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) de şer derket. Di encama şerî de polêsek hat kuştin û yek jê polês 2 leşker jî birîndar bûn.

    Îro berê sibehê li Taxa Nûr ya navçeya Cizîra Şirnexê di navbera hêzên Artêşa Tirkiyeyê û Yekîneyên Parastina Sivîlan de şer û pevçûnên dijwar qewimîn. Di encama şer û pevçûnan de polêsek hat kuştin û yek jê polês 2 leşker jî birîndar bûn. Polês û leşkerên birîndar ji bo midexaleya pêşî rakirin Nexweşxaneya Cizîrê ya Dewletê û ji wir jî rakirin nexweşxaneya leşkerî ya Şirnexê.

    Li gorî çavkaniyên herêmî li taxên Nûr û Cûdî hê jî şer û pevçûn didome.

    Bi heman mijarî:

    Parlementerê HDPê: ‘Rewşa Cizîr û Sîlopiyê ji Kobanê xirabtir e'
    Ji bo Cizîr û Sîlopiyê bangawaziya lezgîn!
    CİZÎR - Bi alaya spî ve koç dikin
    CİZÎR - 2 jin 3 kes hatin qetil kirin
    Li Cizîr û Silopiyê şer û pevçûn didome: Welatiyek hat kuştin
    Etîketan:
    Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS), Arteşa Tirkiyeyê, Şirnex, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de