20:12 14 Kanûn 2017
Zindî
    Teqîna Siltanahmedê

    Li Siltanahmeda Stenbolê teqîn: 11 kuştî û 15 birîndar

    © Foto: AA/ İbrahim Halil Çekici
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Siltanahmeda Stenbolê teqînek çêbû, li gorî daxuyaniya Walîtiya Stenbolê di teqînê de 10 kuştî û 15 birîndar hene.

    Davudoglu, komkuj endamê DAIŞê ye

    Serokwezîr Ahmet Davudoglu ragihand ku komkujê Siltanahmedê endamê DAIŞê ye. Di êrişê de kesên ku jiyana xwe ji dest dan hemû biyanî ne.

    Ji 11 kesê kuştî 9 jê alman in, komkuj ji Sûriyeyê û navê wî Nabil Fadli ye

    Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş derbarê teqîna Siltanahmedê de axivî û got, komkuj 28 salî û li ser nifusa Sûriyeyê ye. Piraniya kuştiyên Siltanahmedê biyanî ne û rewşa du birîndaran giran e.

    Du berpirsên tirkiyeyî ji ajansa Reutersê re ragihandin ku îhtîmaleke mezin êrişa komkujî DAIŞê pêk anî be.

    Ji aliyê din ve li gorî ajansa nûçeyan DPAya alman, di êrişa Siltanahmedê de 10 kesên ku jiyana xwe ji dest dan 9 ji wan alman in.

    ​Her wiha li gorî nûçeya Haberturkê, kumkujê ku êrişa Siltanahmedê pêk anî Nabil Fadliyê 28 salî û ji Erebîstana Siûdî ye.

    Serokomarê Tirkiyeyê komkuj eşkere kir

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan komkujê teqîna Siltanahmedê eşkere kir û got, komkuj ji Sûriyeyê hatiye.

    Li Sultanahmeda Stenbolê teqîn çêbû  û li gorî daxuyaniya Walîtiya Stenbolê di teqînê de 10 kes hatin kuştn û 15 kes jî birîndar bûne. Gelek polês û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê kirin. Derbarê teqînê de hê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn, lê li gorî şahidên bûyerê êrişeke komkujî ye.

    Weşana teqîna Siltanahmedê hat qedexekirin

    ​Weşana teqîna Siltanahmedê hat qedexekirin. Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş nameyek ji Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê re şand û xwest weşana li ser teqînê Siltanahmedê were qedexekirin.

    Li gorî daxuyaniya malpera înternetê ya Walîtiya Stenbolê, di encama teqînê de li gorî zanyariyên pêşî 10 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn. Sedema teqînê, cûrê bombeyê û derbarê faîl an jî faîlan hê jî lêkolîn berdewam e.

    ​​Li Stenbolê li taxa siltanahmedê ku wekî cihekî turîstîk tê zanîn teqînek çêbû. Li gorî agahiyên pêşî kuştî û birîndar hene. Ji bo cihê bûyerê gelek polês û ambulans hatin şandin.

    Bu video Adobe Flash Player'ın son sürümünü gerektirmektedir.

    Adobe Flash Player'ın son sürümünü indirin.

    Hê jî sedemê teqîna Siltanahmedê ku li herêma Dikilitaşê çêbû nayê zanîn. Hêzên ewlehiyê çûn û hatina cihê bûyerê qedexe kirin.

    ​Dengê teqînê ji navçeyên derdorê jî hat bihîstin. Polês bi îhtîmala hebûna bombeyên din koridora ewlehiyê fireh kir û helîkopterên polêsan jî çûn cihê bûyerê.

    Wesayîta Polêsan qelibî

    Her wiha li Siltanahmedê li nêzî sekna tramvayê wesayîteke polêsan qelibî hat dîtin û bi alîkariya welatiyan hat rastkirin. Wesayît dema ku diçû cihê bûyerê qelibî bû.

    Teqîna Siltanahmedê
    © Foto: DHA
    Teqîna Siltanahmedê

    Şahidê bûyerê, wekî topa agir bû

    Li gorî bazirganekî nêzî cihê bûyerê ku agahî da BBC Turkçeyê û dibêje, teqîn çêbû û ambulans hatin birîndar birin. Lê teqîn gelekî mezin bû. Wekî agirê topekê şewat bi hewa ket.

    Wezîrê Navxweyî Efkan Ala derbarê bûyera teqînê de Serokwezîr Ahmet Davudoglu agahdar dike.

     

     

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ - 2 teqîn; Bi dehan kuştî û birîndar hene
    Li paytextê şer, êriş û teqîn: Herî kêm 34 kes hatin kuştin
    Li Amedê teqîn: 1 polês û 1 leşker hatin kuştin
    Li navçeya Sûrê teqîn: Sivîlek û 4 leşker birîndar bûn
    Etîketan:
    Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de