08:34 22 Hezîran 2018
Binçavkirin

Rejima Îranê li Mehebadê 10 ameleyên kurd girtin

© Foto : basnews
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Di encama êrîşa Hêzên Ewlekariya Îranê bo ser parkekê li bajarê Mehebad ê 10 karker û ameleyên kurd destgîr kirin û ew jibo cihekî nediyar birin.

Navenda Nûçeyan — Li gorî zaniyarî û nûçeyên ku di toreyên civakî yê Rojhilatê Kurdistanê belav kirine, dohî bi şev, Hêzên Ewlekariya Îranê êrîş birine ser komek karkir û amele li parka Baxî Mîkayîl li bajarê Mehebadê kirine û li wir 10 karkir girtine û jibo cihekî nediyar birine.

Rojane beşekî mezin ji karkir û ameleyên kurd ji ber rewşa xirab û nebûna kar û hejarî, li cihên giştî kom dibin û li heviya derfet kar dimînin, heta niha jî tu daxuyanî derbarê girtina û revandina wan her 10 kesan nehatiye belav kirin.

Beşek ji karkirên Rojhilatê Kurdistanê ji neçarî mijûlî karê ameleyî ne û bi riyên ne rewa xwe dighînin Başûrê Kurdisatê, ev yek jî ji aliyê Îranê ve karekî qedexeye, lewma salane bi dehan kes bi guleyên leşkerên Îranê jiyana xwe ji dest didin.

Bi heman mijarî:

ÎRAN - Di heyama 3 salan de 111 zarokan xwe kuşt
Zarîf: Îran, pêwendiya xwe ji Erebîstana Siûdî nabire
Îran bi ‘cezayê îdamê’ dengê kurdan dibire
Îran êdî kurdan dişîne şerê li Sûriyeyê
Îran bazirganiya bi Kurdistanê re asteng dike
Etîketan:
Artêşa Îranê, mehabad, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de