01:27 14 Kanûn 2017
Zindî
    Dolar

    Xezîneya DAIŞê hate îmhakirin

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî nûçeya Reutersê Berdevkê Fermandariya Navendî ya DYA bi daxuyaniyekê ragihand ku balafirên şer ên Hêzên Hevpeyman xezîneya DAIŞê ya li Mûsilê bombebaran kirine.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Fermandariya Navendî ya DYA Ben Tisdale derbarî êrîşê de got ku DAIŞê li avahiyek wekî xezîne bi kar dianî, mûçe û pereyên terorîstan tê de hebû û ji bo xebatên xwe yên terorî pereyekî zêde belav dikir; lewre ev çavkaniya aborî bi temamî hate rûxandin.

    Ben Tisdale da zanîn ku avahiya terorîstan li herêmeke sivîlan bûye, 'ji ber girîngiya hedefê' mirina sivîlan jî dane ber çavan, êriş bi şev bi 2 bombeyên 900 tonî hatiye pêkanîn û ji ber êrîşê dibe ku ji 5 heta 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dabin.

    Tisadale diyar kir ku ev xezîneya DAIŞê bi rojan ji aliyê balafireke bêpîlot ve hatibûye şopandin û paşê êriş hatiye plankirin.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ - 2 teqîn; Bi dehan kuştî û birîndar hene
    DAIŞ û El Qaîde hev bihêz dikin
    DAIŞ, moşekên ku bikaribe balafiran bixîne çêdike
    Rûsya: ‘Îhtîmaleke mezin DAIŞ çekên kîmyewî bi kar tîne
    DAIŞ li ser kuştinê zarokan perwerde dike
    Etîketan:
    xezîneya DAIŞê, xebatên terorî, çavkaniya aborî, Fermandariya Navendî ya DYAyê, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, Ben Tisdale, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de