20:04 11 Kanûn 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê

    Hêzên ku operasyona Mûsilê bikin eşkere bûn

    © Foto: Pukmedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ofîsa Operasyonên Mûsilê ragihand ku, dê Pêşmerge beşdar operasyona azadkirina Mûsilê bibin û tê hêzên biyanî jî beşdar nabin.

    Navenda Nûçeyan — Fermandarê Ofîsa Operasyonên Mûsilê, Necim Cibûrî diyar kir ku, li gorî texmînan, 5 hezar çekdarên DAIŞê di nava Mûsilê de hene.

    Cibûrî di axaftina xwe de got, dê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Sine ligel artêşa Iraqê beşdarî operasyona azadkirina Mûsilê bibin.

    Li gorî daxuyaniya Cibûrî, dê tu hêzên bejayî yên biyanî beşdarî operasyonê nebin.

    Fermandarê Ofîsa Operasyonên Mûsilê eşkere kir ku, pisporên amerîkî, australî û fransî hêzên ku dê şerê Mûsilê birêve bibin, perwerde kirine.

    Derbarê beşdarîkirina çekdarên Heşda Şeibî, Cibûrî diyar kir ku, biryar di destê Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî de ye.

    Bi heman mijarî:

    Iraq: Tirkiye derewan dike, DAIŞê êrişî Başîqayê nekiriye
    Washîngton: Divê Iraq û Sûriye werin perçekirin
    Kerkûkî: 'Divê Iraq bibe sê dewletên serbixwe'
    Iraq û Kurdistan ji hev cuda dibin!
    Iraq: Bêyî Pêşmerge Mûsil azad nabe
    Etîketan:
    Artêşa Iraqê, Fermandarê Ofîsa Operasyonên Mûsilê, Necim Cibûrî, Mûsil, IRAQ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de